Li bajarê Elmanyayê Hannoverê bi beşdariya nûnerên gelek rêxistinên çepgir û şoreşger ên Ewrûpî û saziyên ciwanan ên Kurd konferansa Konfederalîzma Demokratîk a Ciwanan li dar xist. Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê jî bi civîneke bi Danîmarkiyan re fikra Neteweya Demokratîk hat danasîn.

Dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Hannoverê bêhtirî sed nûnerên ji rêxistinên cihê yên ciwanan ên ji welatên Ewrûpayê hatin cem hev. Van rêxistinan ciwanan dixwest ji bo xwe perspektîfên hevpar ên çepghir û demokratîk bi pêş bixin û hewl bidin toreke rêxistinî di navbera xwe de ava bikin.

Şoreşa Rojava û Konfederalîzma Demokratîk

Xala hevpar a rêxistinan Şoreşa li Rojava û Bakurê Sûriyê û fikrên Tevgera Rizgariya Kurd bûn.

Beşdarên Ewrûpî herî zêde jî Tevgera Rizgariya Kurd wekî tevgera şoreşger a herî serketî ya dehsalên dawiyê nirxand û nexasim jî îşaret bi Pradîgmaya wê ya azadkirina jinê û şîara wê ya Jin Jiyan Azadî kir.

Ciwanan wekî din bi rêya Manîfestoya Ciwanan ku weke rêbereke ji bo ciwanên şoreşger û serhildêr hatiye sêwirandin, fikra Neteweya Demokratîk minaqeşe kir.

Êvaran jî li parka bajêr a Hannoverê goven gerandin. Ji bno ciwanên KUrd ev weke sporekê, adeteke rehet bû, lê herçî Elman û komên din ên Ewrûpî bûn, xeşîmiya wan ji gavên wan diyar bûn.

Di dawiya konferansê de daxuiyaniyek hat xwendin ku pê doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî hat kirin û her wiha bang hat kirin ji bo beşdariya li çalakiyên li dijî civîna bilind a G-20 a Tîrmehê li Hamburgê bi rê ve diçe.

Jixwe li ser pankarta mezin a li hola civînê, dinivîsî “Li şûna G-20´ê Modernîteya Demokratîk”. 

Neteweya demokratîk li Kopenhagenê hat minaqeşekirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî komeke ji Kurd, Danîmarkî, Îtalyanî û Yewnaniyan pêk hatî, di civîneke perwerdeyê ya li ser projeya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dar xist û pratîka vê yekê ya li Rojava nirxandin.

Koma navbirî, di dawiya hefteyê de li lokaleke li navenda bajêr civiya. Rojeva vê komê “Konfederalîzma Demokratîk” bû. Di civîna perwerdeyê de, li ser projeya “Konfederalîzma Demokratîk” a Ocalan hat rawestîn û pratîka vê yekê ya li Rojava hate nirxandin.

Di nava du rojên dawiya hefteyê de, endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn qala konfederalîzmê û neteweya demokratîk kir. Beşdaran jî bi baldarî guh li axaftvanan girt. Roja duyemîn a civînê bi pirs û bersivan dewam kir. Beşdaran hem nihêrîna xwe li ser mijarê îfade kir, hem jî pirs kirin.

Piştî vê perwerdeyê, li lokala Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel hate lidarxistin. Di vê civînê de jî bûyerên li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn hatin nirxandin. 


HANNOVER / KOPENHAGEN