3´yê Mijdarê, di daxuyaniya salvegera damezrandina xwe de, komîteya navendiya PKK rewşa Başûrê Kurdistanê bi vî awayî nirxand: "Bûyerên dema dawî raxistiye pêş çavan ku xeta dewleperest-neteweperest a PDK'ê timî têk diçe, xeta konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk a ku PKK temsîla wê dike, timî bi ser dikeve. Civîna me ragihandiye, ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê timî têdikoşe, neçarî pêkanînên bi vî rengî nîne û diyar kiriye, ku xeta rast a PKK'ê ku timî rê li ber serketinê vedike wê di dema pêş de pêşengiyê li Başûrê Kurdistanê jî bike."
Konfederalîzma demokratîk, ji bo pirsgirêkên Başûr çareseriyek e û wê ji aliyê gel ve were pêşwazîkirin. Lê heya niha bingehek jê re nehatiye çêkirin.
Di Cotmehê de ku Başûr rastî têkçûneke mezin bû, daxwazên gel ji bo destwerdana PKK´ê li rewşa Başûr bi awayekî radîkal derketin holê. Li her derê gel daxwaza parastinê ji Qendîlê dikir.
Ji ber ku li Başûr alternatîfek tine ye ku xwediyê perspektifeke nû ya demokratîk û çareseriyeke mayînde be, pirsgirêk roj bi roj mezintir dibin. Ev rewş bêhêvîbûnek di nava gel de çêkiriye.
Ger di pratîkê de hewldan hebe ji bo ku ev alternatîf bikeve dewrê, gelê Başûr wê hewl bide ji çareseriya ku PKK´ê nîşan da, fêm bike û piştevaniya wê bike.
Ragihandina vê çareseriyê ji aliyê PKK´ê ve, bandor li wan dengên nerazî yên dostane kir ku li hemberî siyasetên Tevgera Azadiya civaka Kurdistanê li Başûr tên bihîstin.
Tevgera azadiya civaka Kurdistanê ku li Başûr kar û xebatê dimeşîne, nikariye di nav gelê Başûr de cîhê xwe bigire û bibe alternatîfa sîstema ku PDK û YNK´ê ava kiriye. Ji ber vê, gel dixwaze PKK rasterat bi civaka Başûr re tevbigere û vê çareseriyê bi pêş bixe û derbasî pratîkê bike.
Tevgera Azadiyê ku li Başûr xebatê dike, di vê dema hestiyar de, di dema ku pêdiviya civakê bi paradîgmaya wê heye, bi lîsteya "Newey Nwê - Nîfşên nû" re hevdigire. Ev hevgirtin, ji aliyê gel ve pirr tê rexnekirin.
Lîsteya "Newey Nwê" bi kampanyaya "Na ji bo referandûma serxwebûnê ji bo niha" ji aliyê xwediyê koma şirketên Nalia "Şaswar Ebdulwahîd" ve hate damezrandin.
Her kes li Başûr dizane ku serokê "Newey Nwê" kesek burjuwa - kapîtalîst e û bi perspektîfa nû-lîberalîzmê kar û xebatên xwe bi pêş dixe. Ew kes wek bazirganekî desthilatxwaz tê naskirin. Şaswar Ebdulwahîd bi damezrandina kanalên NRT hat naskirin, lê niha hewl dide bi rêya siyasetê armancên xwe pêk bîne. Armancên wî yên sereke ev in:
l Şaswar Ebdulwahîd bibe desthilatdar.
l Sîstema Aboriya Kurdistanê li gorî nû-lîberalîzmê bi pêş keve. Şirket cîhê saziyên Giştî yên hikûmet û civakê bigire.
Cîhgirtina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di nav lîsteya "Newey Nwê" ji aliyê gel wek sosret hat dîtin.
Gel dibêje, li ser çi bingehek van du aliyan ji bo hilbijartina parlemantoyê hevdu girt?
Ev pirsa heta niha bê bersiv, di cîh de ye. Ji ber ku perspektîf û paradîgmaya van herdu aliyan ne tenê pir cuda ye, pir li dijî hev e jî.
Konfederalîzma demokratîk, gel, têkoşana demokratîk û avakirina civaka azad esas digire, lê "Newey Nwê" desthilatdariya çîna burjuwa esas digire. Çareseriyên ku herdu jî derdixin, gelek ji hev cuda ne.
Bi nihêrîna min divê Tevgera Azadiya civaka Kurdistanê, di vê rewşê de hilbijartina parlamenê esas negire. Êdî ti bandora parlamenê li Başûr tineye, xebata parlamenê ji aliyê PDK´ê ve derb xwar, niha parlamen bi xwe pirsgirêkek e.
Divê xebata di nav civakê de esas were girtin.
Ew têkçûna ku Başûr rastî wê hat, ne tenê têkçûna siyaset û desthilatdariya PDK û YNK´ê bû, têkçûna xeta siyaseta klasîk a Başûr bû ku ev 70 sal in li ser Başûr desthilatdar e. Ev têkçûn, têkçûna modela mixalefeta mîna Tevgera Gorran û partiyên Îslamî bû. Têkçûna modela saziyên sivîl, têkçûna modela saziyên jinan bû. Têkçûna modela hemû cûreyên ragihandinê bû. Her wisa ev têkçûn, têkçûna çîna rewşenbîran bû.
Ji bo ku pirsgirêkên Başûr werin çareserkirin, divê em ji vê modela têkçûyî bibihurin.
Rêya çareseriyê jî modela Konfedralîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e ku bi têkoşana demokratîk a di nava civakê de pêk tê.
Ev têkçûn bi sedema nebûna civakeke azad û sivîl bû, heger civakeke azad û demokrat hebûya, ev têkçûn wê tenê têkçûna PDK û YNK´ê bûya.
Di xebata civakê de, valahiyeke gelekî mezin heye, ê ku niha li Başûr li ser vê valahiyê dixebite, Cemaeta Fethullah Gulen e. Cemaeta Gulen, ji aliyê perwerde, ragihandin û bazirganiyê heta asteke bilind civaka Başûr kontrol kiriye û bûye metirsiyeke mezin.
Têkçûn, wekî lehîyekê roj bi roj bi ser Başûr de tê. Civakeke ku xwebirêxistin nekiribe û bê rêveberî be, her tim li ber têkçûnê ye. Divê bi avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk, civaka Başûr ji vê lehiyê were parastin. Hêza ku dikare Başûr û civaka wê biparêze, xeta serketinê ye.