
Konferansekî dîrokî ye
Alokmen, da zanîn ku konferans wê bi sernavên bingehîn ên 'Çareseriya makezagonî û statuya Bakurê Kurdistanê', 'Pirsgirêkên civakî yên Bakurê Kurdistanê û lêgerînên çareseriyê' û 'Li Bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî û helwesta hevpar' kom bibe û konferansekî dîrokî ye. Alokmen, diyar kir ku konferans ji konferansên din cuda ye û di konferansê de tenê delegasyona nêrîn û helwestên xwe yên polîtîk bînin ziman bi sînor nabe û wiha axvî: "Konferans dê bibe konferansa bi tevahî gelê Kurdistanê dixwaze civakekî çawa û bi statuyekî çawa bijî diyar bike. Konferans jî dê bi vê teybetmendiyê pêk bê. Di vê çarçoveyê de di konferansê de ewil dê mijara statuyê bê axivîn. Ji dînamîkên çareseriya pirsgirêka Kurd yek statu yek jî çareseriya makezagonî ye. Di konferansê de taxrîbata mezin a li Kurdistanê pêk hat e. Ji ber vê taxrîbatê di civakê de gelek pirsgirêkên civakî pêk hatin. Li ser van pirsgirêkên civakî gotinên hemû kesan hene. Dîsa komên li Kurdistanê bi Kurdan re dijîn ên nîjadî û olî hene. Pirsgirêkên wan ên cidî hene. Ev pirsgirêk jî perçeyekî konferansê ne. Bi vê konferansê ew jî dê xwe bînin ziman." Alokmen, da zanin ku rojeva konferanê ya herî girîng jî "yekîtiya neteweyî û helwesta hevpar" e û wiha pê de çû: "Yekîtiyekî çawa? Helwestekî hevpar a çawa? Di vê konferansê de dê hemû kes nêrînên xwe bînin ziman. Konferans dê bibe platforma nîqaşên ev xet dê çawa vegeriyê têkoşînekî hevpar. Di vê çarçoveyê de dê biryarên cidî bên girtin. Encamnameya konferansê di heman demê de dê bibe belgeya helwesta hevpar a gelê Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoya nû de vina konferansê ya hevpar a helwesta hevpar girt ji bo hemû daxwazên Kurdan di çarçoveya yekîtiyê bînin ziman dê mekanîzmayan pêk bînin."
'Xwedî peywir e'
Alokmen, anî ziman ku xebatên wan ên komîsyona amadekariyê ber bi dawîbûnê ve diçin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em hemû xebatên xwe di çarçoveya hemû dînamîkên gelê Bakurê Kurdistanê di vê konferansê de peyda bikin meşand. Tenê konferansekî navê hebe na hemû kes xwe bîne ziman e. Ji ber vê yekê ji her derdor û siyasetan delege tevlî konferansê dibin. Bi tevahî konferans dê bibe wêneyê Bakurê Kurdistanê. Ji ber vê yekê zêdehî 200 delege dê tevlî konferansê bibin. Me tevlîbûna HAK-PAR'ê jî girîng didît. Di vê çarçoveyê de me ji wan re jî dewetî şand û xwest tevlî bibin. Bersivan li hemberî konferans payîzê pêk bê bû. Lê li gorî pêvajoyê konferansekî payîzê pêk bê nîn e. Em di pêvajoyekî dîrokî de derbas dibin. Lezgîniya konferansê ji ber dîroka wê ye. HUDA-PAR jî di rojeva me de bû. Lê hêj pêvajoyekî wisa dest pê nekir diyar kirin ku ew tevlî konferansekî wisa nabin. Piştî daxuyaniyekî wisa me ew dewet nekirin. Dîsa dibe ku komên ji ber teknîkî em negihiştibinê hebin. Beşdarên tevlî konferansê dibin ji bo vîna Bakurê Kurdistanê nîşan bidie bi peywir e. Xwedî peywir e. Li gorî min ya girîng ev e."
Xeta têkoşînê bê avakirin
Alokmen, bal kişand ser encamên konferansê û dawî li axaftina xwe anî: "Em dê bi mekanîzmayekî çawa de bi hev re bin. Em dixwazin vê yekê di konferansê de derbixin holê. Daxwazên Kurdan tên zanîn carek yekemîn nayên ziman. Em dê di çarçoveyekê de bibin yek lê li ser kîjan daxwazan dê rêxistinbûyîn pêk bê û xeta têkoşînê bê avakirin. Ev yek dê di encama konferansê de derbikeve holê."
DÎHA/AMED