Kemal, da zanîn ku li her çar parçêyên Kurdistanê biryara konferansê pêş ketiye û got: “Di nava gotarên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê de fikra konferansa neteweyî pêş ket. Ev tiştek giringe ji bo pêşketina Kurdan e”
Kemal bibîrxist ku li Rojhilata Navîn tevgerek serhildanên gelan li himberî sistemên hêzên serdest û dîkdator dest pêkiriye û wiha got. “Ev konferans pir giringe. Divê amadekariya wê baş bê kirin. Ji ber ku serkeftina wê bibe pêngavek giring. Wê bibe bersiva çareseriya pirsgirêka Kurd a çar aliyan. Wê rêzbendiya dinavbera parçeyên Kurdistanê kêm bibe."
Kemal ji bo amadekarên konferansê ev peşniyaran kir: "Pêwiste li her çar parçeyên Kurdistanê kesên siyasetmedar, rewşenbîr, wêjevan, hwd tevlî bikin û fikrên wan bigrin. Kesên bandorî heye li ser civakê têde amade bin.”
Kemal da zanîn ku xala herî ginig konferans ji bo tekoşîna tevgerên Kurd ya her çar parçeyen Kurdistanê dawa agirbest an jî çekberdanê nekê û wiha bidavî axaftina xwe anî. “PKK di nav gele Kurdên Bakûrê Kurdistanê de xwedî îtibarêk mezine. Dewleta tirk dijî gele Kurd gelek tûnd e. Li Rojhilata Navîn Kurd-Faris, Kurd û Ereb nebûn dijmina hev le devleta tirk evqas dijminatiya tûnd dijî gele Kurd meşand ku Kurd û Tirk bûn dijminê hev û her deverên tirkan êrîşe gele Kurd ten kirin. Xebatê çekdarî ya PKK bo mafê Kurdan gelek role giring list. Niha jî PKK dixwazê tekoşîna çekdarî bide rawestandin û tekoşîna xwe ya siyasî bimeşîne le bingehek wisa nine. Wa dewleta tirk Kurden beçêk ya Stenbol, Enqere, Amed, Edene û her deverên Tirkiye avet zindana. Em cava dibe ku bo çekberdana PKK bangawazî bikin. Ev nabê û pewîste em bo mafê Kurden ye Bakûrê Kurdistan biryarêk girin derxin hole. Ligorî min Kurd bi hêviyek gelek mezin temaşeyî vê Konferansê dike. Divê hemu rojname, kovar û ragehandin giringiyê bide meseleya Konferansê da ku bi serkeftî bi encam bide”
MURAT KOLCA - DÎHA/HEWLÊR