Li Herêma Federal a Kurdistanê nirxandinên li ser “Konferansa Netewî ya Kurdistanê” her ku diçe zêde dibe. Serokê Komeleya Şoreşa Mezin a Eylûlê Abdulwahit Dibegî girîngiya konferansa netewî nirxand û got, “Di demê ku Kurdan dixwestin dewletekê ava bikin, wê demê kesekê bi navê Dêwik hebû kesekî gelekî zana û jêhati bû. Di demê ku ew hat hilbijartin di wê demê de gelê Kurd li bajarê Ekbetan bûye dewlet û impratoreta Medya bi vi awayi hat avakirin. Hêvîdarim gelê Kurd weke wê demê biryara xwe bikin yek û yekitiya xwe ya netewî di vê kongirê de ava bikin. Çi ciwan û çi rewşenbirên Kurdan be bila hemû bêne gel hev biaxivin. Divê nakokiyên navxweyî ji holê bên rakirin, nakokiyên wekî bajarvanî û gundî bên çareserkirin. Ji ber ku hemu Kurd yekin û yek rengê Kurd heye.”


‘Berpirsyarî ya ciwanên Kurd e'
Dibegî bal kişand li ser roja ciwanên Kurd û wiha axivî: "Divê ciwanên Kurd hay li xwe hebin erkê yekîtiya gelê Kurd dikeve ser milên ciwanên Kurd. Divê xwedî li yekîtiya gelê Kurd derkevin. Ji ber ku çareseriya pisgrêkan wê bi nêrîn û fikrên ciwanan were çareserkirin. Ya din jî divê ku gelê Kurd. Pêwîst e beriya her tiştî çanda Kurdan bê parastin û cil û bergên xwe winda nekin. Weke minak mirov li ereban temaşe bikin hiç çanda xwe winda nakin. Cil û bergên xwe heta roja me ya îro berdewam dikin. Divê em civaka xwe di her ali de biparêzin.”

‘Konferans pewîstiyek e’
Dibegî lawaziya hestên netewî ya Kurdan rexne kir û got, “Divê em hestên neteweyî geş bikin û ji yekîtiya netewî nerevin. Ji ber ku niha mirov ji yekê Kurd bipirse xwe ji netewa Kurd nahesibine û netewa xwe biçuk dibine. Lewma her ku diçe naqokiyên navxweyî zêde dibin û pisgirêk nayên çareserkirin. Lewma Konferansa Netewî pêwîstiyek e."

'Deshilatdaran nirxên Kurdan dizîn'

Dibegî diyar kir ku pewîstiya hev cudakirina ziman û xaka Kurdan jî heye û wiha axivî: “Divê xaka Kurdistanê ziman û netewa Kurdan ji welatên din were cudakirin. Ji ber ku her yekê ji aliyê xwe ve pareçeyek Kurdistanê ji bo xwe dikin sinor. Ji ber ku niha binêrin ku her devereki Kurdistanê bûye sinorên welatên din ji. Divê ev pisgirêk jî were çareserkirin. Hêvîdarim ku gelê Kurd li welatê xwe û dewlemendî û diroka xwe bizivire û mafê xwe bidest bixe, ev ji bi yekîtiya netewa Kurd dê pêkan be.” 


MURAT KOLCA - DÎHA/HEWLÊR