Rêxistina HDP’ê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Enqereyê pêk anî. Di konferansê de Endama Meclîsa HDP’ê Nadiye Gurbuz, diyar kir ku tevî êrişan hemûyan jî HDP li ser piyan e û têdikoşe û got: “HDP bi biryar têkoşîna demokrasiyê pêş dixe. Dem dema hevîyê ye.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Herêma Anatoliya Navîn li avahiya Navenda Giştî pêk anî. Endam û rêveberên Navçe û bajarên herêmê tev li konferansê bûn. Endama Meclîsa HDP’ê Nadiye Gurbuz, bal kişand ser zora li ser HDP’ê û wiha got: “Ji roja HDP hatiye avakirin û heta niha zextên li ser kêm nebûne. Tevî vê zorê hemûyî jî HDP li Tirkiye bûye hevîya gelan û heviya bindestan. Tevî  êrişan hemûyan jî HDP li ser piyan e û têkoşîna azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê dide. Demek dirêj e em kongre û konferansan li dar dixin û niqaşan dimeşînin. Ev konferans ji bo me dibe sedema ku em ji nûve xwe bi rêxistin bikin û bi gelê xwe re bên cem hev.”

 

MA/ENQERE