Xalên Encamnameyê
Kurkçu, di encamnameyê de li ser van xalan rawestiya:
* Êrîşên kuştinê yên DAIŞ'ê ku hêzên kurevî û herêmî li ser axa Rojhilata Navîn pêk tê didomin. Şerê di navbera blokan ku AKP jî di navde ye li Sûrî û Iraqê didome. Konferansa me, têkoşîna Kobanê ya li dijî nijadperest û komkujiyê silav dike û bi hêz piştgiriyê dide.
* Ji bo reveberiyên kanton ên li Rojava ku li ser hêza gel a xweseriyê û azadiya zayendî, demokratîk tên avakirin bigêjin statuya xwe û ji aliyê navneteweyî û Tirkiyeyê ve bên naskirin em dê bibin şopdar û daxwaz bikin.
* Bila dawî li lêgerîna herêmên tambon bên kirin.
* Ji bo mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî komkujiyê têkevin jiyanê û welatên piştgiriyê didin komkujiyê bên darizandin em dê xebatan bimeşînin û ev yek hedefa me ya sereke ye.
* Konferansa me tespît kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê di pêvajoyek kirîtîk de ye. Konferans ji bo astengiyên li pêş aştî û çareseriyê bên rakirin dê têbikoşe.
* Divê bi lezgîn ev guhertinên zagonên ewlehiyê yên ku bibe sedema Tirkiyeyê bibe OHAL'ê bên rawestandin û betalkirin.
* Konferansa me tespît kir ku ji pêvajoya destpêkê ya 2013'an heta niha hikumetê tu gavên şênber ên çareseriyê neavêtiye. Dîsa politîkayên Rojhilata Navîn û AKP'ê bû sedema ku di bûyerên dawî de 48 welatî jiyana xwe ji dest bidin.
* Ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê bi tenduristî bimeşe, divê şert û mercên diyalog û muzakereyan ên bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re wekhev û azad pêş bikevin. Divê rêya li pêş Brêz Ocalan ku karibe bi heyetên cuda re hevdîtin pêk bîne bê vekirin û dest bi xebata sekreterya û lijneya şopandinê bike.
* Rêya sereke ya pêvajoya aştiyê makezagona demokratîk, azadîparêz û naskirina nasnameyen cuda ye. Divê rêveberiyên herêmî karibin azad xwe birêve bibin û bi zimanê zikmakî perwerdehiya cemawerî bê dayîn.
* Divê tirkiye gelek xalên peymanên navneteweyî ku fikar danîye ji holê rake û bi temamî tev li van xalan bibe.
* Divê Tirkiye komkujiya 1915'an a Ermenî û Suryaniyan qebûl bike.
* Divê girtiyên nexweş neke mijara bazarê û bi lezgîn serbest berde. Divê konferansa me bi fikra aştiya civakê li herêmê pêş dikeve konferansa aştî û demokrasiyê li herêman pêş bixe."
DÎHA/ENQERE