Di konferansê de Wezîra Çand û Hunerê Nihawend Hesen û cîgirê wê Hina Hina, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger û nûnerên hemû civakên sivîl û akademiyên fikr ên herêmê amade bûn. Salona konferansê bi wêneyên têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê, sembolên kurdan û pankartên bi nivîsên wekî “Çand cîhana manewî ya civakê ye û qanûna wê ya exlaqî û zanist û hunera wê ye.” hatibû xemilandin.


´Çanda neteweya demokratîk´

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre 5 endamên dîwana konferansê hatin hilbijartin. Axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl ve hate kirin. Xelîl di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em wekî TEV-DEM’ê û bi navê gelê herêma Cizîrê konaferansa çaremîn li hemû endam û têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê ku bi saya wan asta tevgerê li Rojava pêşketiye pîroz dikim.” Piştre Wezîra Çand û Hunerê Nihawend Hesen û cîgirê wê Hina Hina û Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger axivîn. Hemûyan di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya çand û hunerê di şoreşa Rojava de û diyar kirin çand riya ku gel û civak pê digihêje azadiya xwe, çanda ku nûnertiya hemû civakê bi pêkhateyên wê dike.”

Rêveber hatin hilbijartin

Cîger di berdewama axaftina xwe de got ku pêwîste hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê li dijî van êrîşan ku hebûna wan hedef digirin, destên xwe bidin. Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Tevgera Çand û Hunerê de ku têde dibêje “Çand cîhana manewî ya civakê ye, qanûna wê ya exlaqî ye, zihniyeta wê ye, huner û zanista wê ye.” hatin xwendin. Piştre rapora kar, xebat û çalakiyên salekê yên Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê hatin xwendin. Her wiha rewşa rêxistinî ya tevgerê jî hate nirxandin û biryarên girîng hatin girtin. Şêwaza kordînasyona birêvebirinê jî ji nû ve hate avakirin û 33 endam ji seranserî herêmê ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

ANHA/GİRKÊ LEGÊ