Danezana encamê ya 1. Konferansa Dîplomasiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. KCD'ê xwest, ji bo dîplomasiya Kurd li ser bingeha xwe bê rûniştandin Konferansa Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin û biryar hat dayîn ku der barê Rojavayê Kurdistanê de pêngaveke xurt a dîplomatîk were destpêkirin. Li gorî danezana encamê, konferansa di 1-2'ê Sibata 2014'an de li Amedê kom bû, diyarî Engîn Sîncer û siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin.
Dîplomasiya xweser
KCD'ê diyar kir ku divê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdstanê ya li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve were vegotin û di çarçoveya neteweya demokratîk a gelan de dîplomasî bê meşandin û got, "Derveyî sînor, pîvan û ûslûba dîplomatîk a modernîteya kapîtalîst, afirandina bingeha rêxistinbûyîna dîplomasiyê ya xweser, weke wezîfeyekê li pêşiya me ye." Li gorî danezana encamê, pêkhateyên 1. Konferansa Dîplomasiyê ya KCD'ê nîqaşên berfireh meşandine, di gelek mijaran de gihaştine heman nêrînê û biryardariyek derketiye holê.
Biryarên hatin girtin
Di encama danezanê de hin biryarên girîng yên hatin girtin jî evin: "Divê dîplomasiya neteweya demokratîk a bi pîvanên maf, edalet û exlaqê esas bê girtin, divê ev dîplomasî jî bi kûrbûneke îdeolojîk, biryardariyeke stratejîk û vezelokiyeke taktîkî were meşandin. Di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên navxweyî de divê hemû sazî û rêxistinbûyînên Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin, Konferansa Neteweyî ya Kurd tavilê kom bikin û bingehên dîplomasiya Kurd diyar bikin. Ji bo Şoreşa Rojava pêngaveke xurt a dîplomatîk were destpêkirin. Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin, li navenda hemû xebatên me yên dîplomatîk were bicihkirin." 1. Konferansa Dîplomasiyê ya KCD'ê ku 2 rojan dewam kir, îlana rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava silav kir.
DÎHA/AMED