
Hêzên Parastina Gel (HPG) Konferansa xwe ya 7. li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Danezana encamê ya konferansê hat aşkerakirin.
Konferans di navbera 10-18’ê Cotmehê de bi beşdariya 194 delegeyên ji hemû qadên gerîla pêk hat. Hat ragihandin ku di Konferansa 7. a HPG´ê de ku bi şiyara “Ji nû ve ava bûn û serketin e” rewşa siyasî û leşkerî ya li cîhan, herêm û Kurdistanê, pratîka du salên dawî ya HPG’ê û projeya ji nû ve avabûnê ya HPG’ê nirxandiye.
Di danezana encamê de hat diyarkirin ku hêzên hegemon ên herêmî û navneteweyî hewl didin li ser bingeha berjewendiyên xwe bandorê li van pêşketinên şoreşgerî bikin û li gorî xwe bi rêve bibin. Hat destnîşankirin ku rewşa îro li Sûriyê tê jiyîn nîşaneya berçav a vê yekê ye û bûyerên li Sûriyê diqewimin nîşan didin ku ne tenê şerekî navbera rejîm û mûxalefetê de ye, xwe gihandiye asteke herêmî û navneteweyî, veguheriyek bingehek hesabpirsîna ji hev a van hêzan û bûye şerekî wekaletî ya li ser navê van hêzan tên meşandin.
Rojava çareseriyê nîşan dide
Konferansa HPG’ê careke din bibîr xist ku gelê Rojava nebûye siya ti hêzî û weke hêz û xeta sêyemîn xwe bi rêxistin kiriye û bi vê rêxistinbûyînê re şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk aniye. Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê, rê nîşan dide û wiha hat gotin: “Bi şoreşa Rojava re derketiye holê ku xeta sêyemîn a ji bo Sûriyeke bi pirrengî û demokratîk a bi perspekîfa dîroka hevpar, çanda hevpar û jiyana hevpar a gelên herêmê, rêya rast e û xeteke xwedî şansê serketinê ye. Şoreşa Rojava ya ji şoreşa demokratîk a Sûriyê re bûye ronahî, di heman demê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê, rê nîşan dide.”
AKP firsend heba kir
Hat diyarkirin ku AKP’ê destwerdana li Rojhilata Navîn û hewldanên ji nû ve dîzaynkirina herêmê dîtiye û ji bo Kurd ji vê sûdê wernegirin û nebin xwedî statu, bi lez û ez karê tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd daniye pêşiya xwe. Di danezana encamê ya bi mora Konseya Fermandariyê ya HPG’ê de der barê pêvajoyê de ev tespît hat kirin: “Hemû berpiryariyên me yên ji bo asta yekemîn a pêvajoyê bicih hatin anîn. Lê di asta duyemîn de berpirsyariyên dikevin ser milê dewlet û hikûmetê yên serbestberdana girtiyên siyasî, sererastkirina mercên Rêberê me lê tê ragirtin, guhertinên qanûnî û destûra bingehînî yên înkar û tinekirina Kurdan ji holê rabikin, nehatine kirin. Dest ji avêtina van gavan berdin, li Kurdistanê bi sedan qereqolên nû, bendav û rêyên bi armanca ewlekariyê hatine çêkirin, hejmara cerdevanan hatiye zêdekirin, li qadên gerîla vala kirine leşker hatine bicihkirin, veguhastinên leşkerî û alavên leşkerî yên ber bi Kurdistanê ve, kefşên li qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam kirine. Ji dîwarê nû yê Berlînê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê tê lêkirin tê fêmkirin, li dijî şoreşa li Rojava polîtîkayê dimeşîne û destekek aktîf dide komên çete yên êrîşî gelê me dike. Ev hemû nîşan didin ku ji siyaseta înkar û tinekirinê venegeriyane. Rêveberê van pêkanînên çavkaniya xwe ji hişmendiya mêtîngeriya klasîk werdigirin hikûmeta AKP ye. Hikûmeta AKP ev firsenda dîrokî ya Rêberê me pêşkêş kir heba kir û di ser re jî bi demagojî û polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê re rê li ber pêvajoyeke pêşî nayê dîtin, vedike.”
Encamên 2 salan hat nirxandin
Di konferansa 7. a HPG’ê de encamên 2 salan yên Hêzên Parastina Gel jî hatin nirxandin û li ser “Pêngava Operasyona Şoreşgerî” û wiha hat gotin: “2 salên borî, li hember konsepta tasfiyeya gel û tevgera me, buye pêvajoya berxwedaneke birfireh û têkoşîneke giranbuha. Hêzên me li hember plana wek tasfiyekirina Tamîl’an bi perspektîfa Şerê Gel yê Şoreşgerî li ber xwe daye. Di qadan de înîsiyatîf û hakîmiyet bi dest xistiye. Ji Şemzînan heya Çelê, ji Elkê heya Amedê, ji Serhedê, Deryareş û heya Amanosan di li ser esasê operasyonên şoreşgerî berxwedanek mezin daye. Bi vê berxwedanê plana tasfiyekar a hukûmeta AKP’ê jî vala derxistiye. Hêzên me ger kêmasiyên pratîka 2 salan bi felsefeya Apoyî têk bibin û xwe bigihîjin asta gerilatiya profesyonel û modern, dê gerîlayê Kurdistanê di sedsala 21’emîn de carek din serkeftina xwe îspat bikin.”
HPG ji nû ve tê sazkirin
Mijareke din a ku di konfernasê de hatiye destgirtin jî ji nûve sazkirina HPG’ê û projeya hûr û kûrbûnê ye. Di danezanê de tê diyarkirin ku HPG ji bo pêvajoya nû diçe biryar û plansaziyên nû û di aliyê leşkerî, birdozî, çandî de perwerdeyeke li gorî cewhera polîtîk, kûrbûn û projeya nûbûnê esas bigire. Di dawiya danezanê de weha hat gotin: “Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku pêvajoya Serokatiya me di Newrozê dê bi hemleya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad daye destpêkirin berpirsyariya xwe ya dîrokî bi awayekî berpirsyarî ji bo ku bi cih bîne esas girtiye, bangawaziya Serkatiya me û biryarê KCK’ê yek bi yek aniye cih. Bi berpirsyariyek mezin û di nava dîsplînekê de pêvajoya vekişînê meşandiye, bi sebir û vînek xurt girêdayî pêvajoya agirbestê maye. Bi vê yekê HPG’ê nîşan daye ku qasî bi şer di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî tişta ku di keve ser milê wê bi cih aniye. Ev konferans berxwedan HPG’ê ya 2 salan daye nirxandin, bi awayekî wêrek rexne û rexnedayîn hatiye kirin, kêmasî hatiye destgirtin, ev kêmasiyên ku hatiye jiyankirin bi encamgirtiyek çareseriyê hatiye destgirtin û bi rêbazekî çereserî gihiştiye biryarbûyînê.”
ANF/BEHDÎNAN