Konferans ji bo bîranîna Bînevş Agal (Berîvan) ku di 19’ê Çileya 1989’an de di qadên têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û her sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk tê. Komîteya amadekariya konferansê der barê naveroka konferansê de agahî da. Li gorî vê di beşa yekemîn de cihê jinan û civaka Êzdî ya di dîroka kurdan de, têkoşîn û  pirsgirêk û komkujiyên ku jin pê re rû bi rû mane dê bê dest girtin. Di vê beşa konferansê de perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo civaka Êzdî û jin dê bê xwendin. Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane di konferansê de axaftinekê bike. Her wiha dê peyama endama Koordînasyona KJB’ê Sozdar Avesta bi dîmen bê dayîn. Nûnera Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê jî dê mijarên weke, qelen, zewaca zû, pir zewacî, şîdeta li dijî jinê û veqetîna jinên ciwan yên Êzdî hat dest girtin. Di beşa duyemîn ya konferansê de modelên rêxistibûna jinên Êzdî û riyên çareseriyê dê bê nîqaşkirin. 100 delege û  30 mêvan dê tevli konferansê bibin û dê Meclisa Jinan a Êzdî ya Almanyayê bê îlankirin. Konferans dê li Zanîngeha Hannover di navbera 10.00-18-00’an de pêk bê. Navnîşandan: Welfengarten 1, 30167 Hannover. 

HANNOVER