Wan rojên dawiyê ez du caran çûme başûrê Kurdistanê, wek endameke Komîteya Hewldana Jinên Kurd. Gelek nîqaşên me hebûn. Piştî Konferansa me ya Amedê û civîna me ya Dihokê pêwîst bû ku me Konferansa dûyemîn sala 2011’an li Hewlerê li dar bixista. Lê belê herdem komîteya me ya Başûr digot, em li benda bersivê ne. Beriya cend rojan me bihîst ku konferansa dûyemîn hatiye amadekirin, dîroka konferansê diyar bûye. Delege hatine vexwendin û haya me wek endamê komîteyê jê nîne.
Li ser wê biryarê min li başûrê Kurdistanê hinek hevdîtin li gel endama komîteyê ya PDK’ê çêkir. Di vê hevdîtine de, ji min re hate diyarkirin ku delege yên herçar perçeyên Kurdistanê diyar bûne. Û rojeva konferansê hatiye diyarkirin.
Ez gelekî şaş bûm, ji ber ku ez Berpisiyara Komîteya Ewrûpa bûm û haya min ji delegeyan tûne bû. Min xwest ku navên jinên ku hatine vexwendin ji min re bê diyarkirin, lê belê ew nav ji min re ne hatin diyarkirin.
Piştî wê ez vegeriyam Ewropayê û di 27’ê Nîsanê de çarekê dinê ez çûme Hewlerê û em wek endamên Komîteya Amadekar em li hev civiyan. Piştî hewqas nîqaşan, me kar ji nûve hevpar vekir û ez vegeriyame Ewropayê.
Berpisiyara PDK’ê li Başûr mûdahaleyî karê min ê Ewropa û yê Rojava û Rojhilat kir. Li ser vê yekê me çarekê din li gel wê nîqaş kir û çarekê din hate diyarkirin, ku ji mere eşkere got: „Tû lîsta Ewrûpa ji mere bişîne û emê biryarê bidin ka emê ki vexwînin konferansê.
Ev ne raste, ji ber ku xebatên me nayên qebûl kirin û temsîla PDK’ê dixwaze siyaseta xwe li ser me ferz bike û wê konferansê zêdetir bike di bin bandora PDK ê.
Mijareke din a gelekî balkêş ewe ku di sala 2007’an bangawaziya tevgera jinên Kurd vê xebatê destpêkir û niha jî li derve tê hiştin. Ku em bixwazin ku ev konferans bibe konferansekê jinên Kurd yên her çar perçên Kurdistanê, wê demê pêwiste ku ji çar perçên Kurdistanê rêxistinên civakî, candî, rewşenbîrî û siyasî tevlî bibin.
Ku em çareke din wan pirsgerêkan bi hev re nîqaş bikin û hemû rêxistinên jinan tevlî bibin, delege ji nûve bêne parvekirin û tevgera jinên Kurd di nav de KJB cîh bigrin, wê demê em amadene, ji bo tevlîbuna konferanse. Lê belê ev pirsgerêk neyê çareserkirin, ez wek siyasetmedarek û wek jineke Kurd a berpisiyara Komîteya Ewropa, ezê xwe ji paşve bikşînim. Ez ji bo nîqaşan amade me!