MURAT MANG / BIELEFELD

Gava ku xwendekarên Bengalî li dijî Pakistana hingê welatê wan dagirkirî di çarçoveya tevgera ziman de li ber xwe dida, 21 Sibatê gelek ji wan hatin qetilkirin. Ev roja hanê paşê UNESCO´yê wek Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê qebûl kir. Bi rasthatina vê rojê, Akademisyenên Kurd û Elman û siyasetvan ji bo Konferensa Zimanê Kurdî tên ba hev. Konferans ji aliyê KURD-AKAD´ê ve tê organîzekirin, her wisa Yekîtîya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê û Înstîtuya Kurd li Elmanyayê jî hevkariyê bi organizasyonê re dikin.

Konferans 23´yê Sibatê di navbera seat 11.30 û 17.30´î de li zaningeha Bielefeldê li Hola 2 (Horsaal 2) wê pêk were. Ji Zanîngeha Japonya ya Nagazakî, zanîngehên Elmanyayê yên weke Dortmund, Duisburgê akademisyen tevlî Konferansê dibin. Wekî din zimanzan, akademsiyenên û siyasetvanên Kurd ji bajarên Essen, Wuppertal, Bremen, Bielefeld, Rhine Westphalia, Frankfurt ji wek qiseker beşdarî Konferansê dibin.

Ji bo armanca Konferansê, organîzatoran da daxuyakirin ku “faktorên cuda yên li ser zimanê dayikê bandor dikin, bi nav bikin û pirrzimaniyê di çarçoveya zehmetî û derfetên wê de destnîssan bikin, konferans tê lidarxistin. Bi rûniştina guftûgotan de em dixwazin herî dawî zimanê Kurdî weke mînak binirxînin û nîqaşên xwe li ser vê bingehê bi pêş bixin.”