Konferans bi beşdariya sedan nûnerên navçe û herêmên kantona Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryan û nûnerên saziyên civaka sivîl, li avahiya Ekademiya Çand û Huner a Celadet Bedirxan a li taxa Hilêliyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.


Divê perwerdehî bi hêz bibe
Cîgirê Serokê Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Hisên Şawîş axaftina vekirinê kir û derbarê rola mamosteyan di pêvajoya şoreşê de axivî. Şawîş diyar kir ku pêwîste sîstema perwerdeyê ji çarçoveyên teng û jibekirinê derkeve û li şûna wê sîstema exlaqî û pirzimanî bê bicî kirin. Şawîş da zanîn ku pêwîste di sîstem û rêbazên perwerdeyê de ji bilî zimanê Erebî, zimanên Kurdî, Siryanî û Aramî jî bêne perwerde kirin. Şawîş got ku sîstema nû a perwerdeyê hê jî di pêvajoya xwe ya destpêkê de ye, lewma pêwîste hemû mamoste xebatên xwe yên perwerdeyê bilind bikin û projeya nû biserbixin.

Biryarên girîng hatin dayîn

Piştî axaftina vekirinê rêziknameya Yekîtiyê bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin û erêkirin. Di konferansê de ji bo xebatên yekîtiyê hin pêşniyar hatin pêşkêş kirin, pêşniyar ji bo nirxandin û erêkirinê dê ji Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê bêne pêşkêşkirin.
Di encama nîqaşan de derbarê sîstema perwerdeyê de gelek biryar hatin girtin. Di dawiya konferansê de hilbijartin hatin lidar xistin û 11 kes wek endamên Desteya Rêveber a Yekîtiyê li kantona Cizîrê hatin hilbijartin. Her wiha Ebdilhekîm Mele Emer û Menal Mihemed jî wek hevserokên Yektîtiyê hatin hilbijartin.

ANHA/QAMIŞLO