Bi beşdariya Endamê Desteya Rêviber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, hevserokên Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Hacer Osman û Merê Ehmed, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi dehan mamosteyên herêmê, Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê şaxê herêma Qamişlo konferansa xwe ya duyemîn lidar xist. Konferansa ku bi silogana "Mamoste tovên pêşerojê diçînin" li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner a bajarê Qamişlo bi deqyek rêzgirtinê dest pêkir.

Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û ragihandina Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a kantonên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. Xelîl derbarê erk û delametên mamostayan de jî axivî û da zanîn ku bêyî xebatên mamostayan ên perwerdeya ramyarî civak nayên guhertin û şoreş jî nayên lidar xistin. Xelîl da zanîn ku rejîma Baas`ê mamoste wek alavên belavkirina hişmendî û ramanên partiya Baas`ê bikar anîne, lewma pêwîste mamoste xwe ji vê hişmendiyê rizgar bikin û bibin alavên zansit û ramanên azad.
Piştî axaftinê rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin. Di encama nirxandinan de biryar hate girtin ku navê yekîtiyê li şûna Yekîtiya Mamosteyên Kurdistana Rojava bibe Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê, her wiha birayar hate girtin ku navê yekîtiyê bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî bê nivîsandin.
di dawiya civînê de hilbijartin hatin lidar xistin û ji bo meclîsa yekîtiyê 31 endam hatin hilbijartin.
Hate zanîn ku Yekîtiya Mamostayên Rojavayê Kurdistanê li kantona Cezîrê dê di rojên pêş de konferansa xwe lidar bixe.

 QAMIŞLO




Kêfxweşiya bawernameyan  
Saziya Zimanê Kurdî (SZK),   bajarê Amûdê ji bo 48  şagirtên  asta yekemîn û duyemîn a Zimanê Kurdî dewreya perwerdeyê lidar xistibû. Dewreya ku 4 mehan dewam kir duh bi merasîmekê bi dawî bû.  Endamên dewreyên dê ji bo ku xebatên mamostatiya zimanê Kurdî bikin tevlî dewreyên perwerdeya mamstayan bibin.

AMÛDÊ