Li bajarê Elmanyayê Duisburgê, Koma Huner a Dostên Wêjeyê li ser “Newroz”ê konferansek li dar xist.
Civaknas Ezeli Doganay, bi aliyên çand, dîrok û baweriyê behsa Newrozê kir. Doganay berisiva van pirsan da, “Weke komên etnîk Newroz li cem Kurd, Tirk, Fars, Azerî û Efxanan Newroz çi îfade dike? Bi çi armancê tê pîrozkirin?” Wî wekî din jî di warê baweriyê de li cem Zerdeştî, Êzîdî, Bahaî, Elewî, Bektaşî û Mewlewiyan Newroz çawa tê pîrozkirin, bi rîtuelan agahî li ser vê yekê dan. Wekî din ew bi mijarên Newroz di zanista maneyê de, cihê wê di salnameyê de û weke cejna biharê daket.
Ezelî Doganay xisletên bê minaqeşe hatî qebûlkirin ên Newrozê jî wiha kirin rêz:
* Cejneke li dijî zilm, mêhtingerî ye, ew cejna serhildana gelê mezlûm û mêtingeh e.
* Kawayê Hesinkar ê kedkar ji serekên serhildanê ye.
* Cejna wî afirandî elaqedarî dîrok û şaristaniya Kurd e.
* Ev cejna ku armanca wê azadî ye û pê tê taxîdarkirin, gerdûnî bûye û li nav gelên din jî belav bûye.
* Weke kevintirîn cejna azadiyê ya dîroka insanetiyê ye.
Kawayên roja me ya îro
Doganay di dewamê de got, “Ji ber vê yekê ye ku Kurdên ku afirînerê vê cejnê ne, rêûresma Kawa hevçerx kir, û li dijî Dehaqên roja me ya îro li zindana Diyarbekirê bi Mazlum Dogan bersiv da.”
Îniya serê her mehê
Koma Huner a Dostên Wêjeyê Adara 2018´an li Duisburgê ji aliyê Ezeli Doganay, Gulşen Akbulut (şair), Şafak Gundoğdu (hozan) û Seyitxan Kurij (lêkoler/nivîskar) ve hat damezrandin. Diha wekî din Murat Karaaslan (nivîskar), Ali Ekber Demir (şair), Elif Orhan (nivîskar), Fethi Çimen (rojnamevan/nivîskar), Düzgün Can û İmam Koylum jî beşdarî komê bûn.
Her îna serê mehê, li Goetheplatz 1. 47166 Duisburgê, kom dicive û ji saet 15´an heta 18:30´î li ser çalakî û bûyerên cihana wêjeyê bi Kurdî, Elmanî û Tirkî çalakiyên cihê dike.
DUISBURG