Kamaraya Lordan, ku baskê bilind ê Parlamena Meliktiya Yekbûyî ye, wê malxweyîtiyê li konferanseke li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Konferans di salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî de bi navê, ‘’Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan’’ were kirin.

Konferans ji hêla wan sendîkayan ve tê birêveberin ku ‘Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî’’ organîze dikin û bi milyonan endamên van sendîkayan hene.

Komîteya amadekar daxuyaniyek da û got, di çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de ramanên Ocalan û rola wî, ji hêla akademîsyenên ehlê meselê ve, wê were guftûgokirin.

Konferans bi malxweyîtiya endamê Kamaraya Lordan û akademîsyen Lord Maurice Glasman wê pêk were. Konferans 15’ê Sibatê Înê, sibehê saet 09.00’an wê dest pê bike û êvarê saet 17.00’an jî biqede.

 

LONDON