
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, konferansa partiyên Sosyalîstên Ewrûpa û Cîhana Ereb, destpê kir.
Konferansê doh li salona Grand Mîlînyum a Otêla Şarî Ciwan a bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna 41 partî û mêvandariya YNK’ê dest pê kir. Naveroka konferansê ji mijarên weke ‘astengiyên li pêşberî bidawîkirina pêşbazî, metirsiya terorê li ser wîlayetên azad, parastin û binpêkirina demokrasiyê’ pêk tê. Doh bi giştî 6 panêl pêk hatin.
Di destpêka konferansê de endamê Polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre peyamek xwend û got; “Iraq di rewşeke hessas de ye. Em xwedî Iraqeke dewlemend in. Divê ji bo avakirinê em hewl bidin. Ji bo vê jî divê em kom bibin, guftûgo bikin, li hev bikin û qala hemû astengiyan bikin.”
Sedî Ehmed Pîre îşaret bi wê yekî kir ku her welat piştî şikestinê bi paş ve dimîne û got, “Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û ji vê rewşê rizgar bibin, divê em jî xwe weke beşek ji vê rewşê bibînin.”
Herî dawî jî endamê Polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre di dawiya peyamê de got; “Iraqê gelek demên nexweş derbas kirine û çend demên serokên dîktator derbas li pey xwe hiştine. Ji bo wê jî divê em karekî bikin ku ev demên nexweş careke din ji bo me dubare nebin.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ