ZANA SEYDÎ / ANHA/KOBANÊ

Bajarê Kobanê 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pêşwazî dike. Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê bi dirûşmeya `Bi pêşeniya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve` pêk tê. Di Konferansê de şandeyên ji welatên Rojhilata Navîn û piraniya dewletên Ereb wê amade bin. Konferans ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ve tê organîze kirin û wê 3 rojan dewam bike. Di konferansê de tê payîn ku ciwan plansaziyên çalak ji bo rawestandina aloziyên Rojhilata Navîn daynin.

Hevdîtina Ciwanên li Kobanê

Endama Komîteya Amadekar Êva Îsa li ser armanc û amadekariyên konferansê peyivî û got: ”Ciwanên Şoreşger ji tevahiya welatên Rojhilata Navîn wekî Tevgera Ciwanên Filistînê, Ciwanên Tunisê, Tevgera Xwendekarên Lubnanê, Ciwanên Iraqê, Ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermen hatine vexwendin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarbûna ciwanên ji başûr a konferansê  asteng dike. Em vê helwêstê şermezar dikin.”

Êva Îsa diyar kir ku di navbera 350 ta 400 kesî wê beşdarî konferansê bibin û konferans wê 3 rojan bidome.