Di Niqaşên li konferansê de derket holê ku ragihanidna Başûrê Kurdistanê derbarê rastiya DAIŞ’ê de kêm e.
Sekreterê giştî yê pêşmergeyan Cebar Yawer, Prof. Kemal Seedî, Cemal Hisên, Parlamenterê berê yê Iraqê û mamosteyê zanîngehê Saman Fewzî, Berpirsê komisyona pêşmerge li parlamentoya Herêma Kurdistanê Arî Hersîn, Dr. Êrîş Resûl, Dr. Birahîm Seyîd Ebdulah û Bextiyar Heme Emîn beşdarî konferansê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê pir kêm daxuyanî da
Di destpêka konferansê de parlamenterê berê yê Iraqê û mamosteyê zanîngehê Saman Fewzî gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser bêagahîbûna serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê nûçeyên şer de û got: “Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdarî ye ji bo wê jî divê herî zêde were rexnekirin. Di vê dema şerê bi DAIŞ’ê re herî kêm daxuyanî belav kiriye. Ev yek jî dibe sedem ku ragihandin ji çavkaniyên din agahiya bigire, ji bo wê jî Serokê Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bêxem tev digere.”
Ragihandinên Bakûr û Rojava rolên xwe baş lîstin
Şêwirmendê parlamena Herêma Kurdistanê Mecîd Salim saziyên ragihandinê ji ber nikarin bi awayekî rast li dijî DAIŞ’ê propagandayê bikin, rexne kir û wiha axivî: “Saziyên me yên ragihandinê heta niha nekarîne wek ragihandinên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê roleke baş bilîzin û bê alî tev bigerin. PKK û YPG pir baş li dijî DAIŞ’ê rawestiyan û bi heman şêwazê ragihandinên wan jî.”
KAROX REWANDÛZÎ/ABID KAR/SILÊMANÎ