Berdevkê Grûba Parêzerên Gola Urmiyê Prof. Ehmed Rehmanzade, derbarê hevkariya navdewletî de bo rizgarkirina Gola Urmiyê got: “Hejmarek mamostayên zanîngeha Marburg a Almanya û nêzîka 30 parlamenterên Alman di nameyekê de bo Rêxistina Parastina Gola Urmiyê, amadebûna xwe pêşan dane bo hevkarîkirin û rizgarkirina gola navbirî. Eger pirsgirêka etomî ya Îranê ligel welatên Rojava bê çareserkirin, rêxistin û navendên cîhanî amade ne hevkariyê bikin ji bo Gola Urmiyê ji ziwabûnê were rizgar kirin.“
3 milyon mirov mexdûr bûn
Berî niha derbarê ziwabûna Gola Urmiyê de, Nûnerê Parêzgeha Azerbeycana Rojava Nadir Qazîpur ji medya Îranê re gotibû: “Ava Gola Urmiyê zêdeyî 7 metreyan daketiye, loma zêdeyî 3 milyon kes ên derdora golê ku piraniya wan cotkar in neçar mane cih û warên xwe bicîh bihêlin, koçber bibin û berê xwe bidin bajarên din.”
Nûnerê xelkê Miyanduaw û Tîkab a girêdayî parêzgeha Azerbeycana Rojava Mehdî Îsazad li Parlamentoya Îranê ragehandibû ku zêdeyî ji sedî 75’ê ava Gola Urmiyê ziwa bûye û rewşa wê golê gefeke mezin û cidî ye bo ser xwezaya Îranê.
URMIYE