Konferans di 18’ê Nîsanê de bi tevlîbûna kesayetên navûdeng, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tê lidarxistin.

Komîteya amadekar derbarê konferansê de got: “Wek hemû alî û kes dizanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesayetek siyasî ye, di heman demê de bîrmendekî Kurd e û xwedîyê tez û felsefeya rêbaza çareseriyê yên tevahî civakî, bi taybet pirsgirêka gelê Kurd ku di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin e. Her wiha peyama Birêz Ocalan ya di Newrozê de ji raya giştî re hate xwendin bû cihê baldarî û navenda nîqaşkirinê ya hemû cîhan û Kurdistanê.”
Komîteya amedekar ya konferansê da xuyakirin ku ewê komîsyonek bi armanca piştgirî dayîna kampanya 5 milyon îmza ku li Ewropa û cîhanê hatiye destpêkirin bikin û di dawiya konferansê de wê komîsyonek were diyarkirin û jibo komkirina yek milyon îmze wê dest bi xebatan bê kirin. 

SILÊMANIYÊ