Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi konferansekê şaxê xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê damezrand. HRRK´yê 1'ê Hezîrana 2014'an li Amedê bi navê Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî şaxê xwe li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê damezrand.
Konferans diyarî seydayê Kurd Şêx Maşûqê Xeznewî hat kirin, ku 28'ê Gulana 2005'an ji aliyê îstîxbarata dewleta Suriyeyê ve hate qetilkirin. Konferans pêk hat weke serencama biryarên Kongreya 4´an a HRRK´yê ya ku 25´ê Çileyê 2014´an li bajarê Elmanya Bielefeldê hatibû lidarxistin. Di konferansê de qederê 48 endaman  ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê amade bûn. Endaman rewşa rojane û şêwazên berfireh û bandora rewşenbîran û avakirina saziyên sivîl gotûbêj kir.
Her wisa nîqş hatin kirin bi awayekî berfireh li ser karûbarê rêxistinî yên HRRK bi giştî û şaxê Amedê bi taybetî. Di konferansê de komîteyeke kargêr ji bo şaxê Amedê hate hilbijartin û karûbar û erkên vê komîteyê hatin destnîşankirin.

‘Yekîtiyê bi hêz bikin’
Konferansê bang kir li wan kesan ku karên rewşenbîrî dikin da ku bibin navbeynkar û alîgirên diyalog û hevgirtin û ji hevnêzîkirina hêz û partiyan.
Di encamnameya konferansê de her wiha ev pêşniyar hatin kirin:
*  " Afirandina derfetan ji bo weşana kovareke wêjeyî.
*  Malpereke fermî ji bo HRRK şaxê Amedê.
*  Ji bo birêvebirina karê şaxê Amedê yê hevgirtinê danîna rêbazên nû."  

ANF/AMED