Partiya Gel a Komarê (CHP) Konferansa bi navê “Li Sûrî Derî li Aştiyê Vedibe” li Stenbolê li dar xist. Kurd nehatin vexwendin û ji bo vê hat gotin, ji xeta AKP’ê cuda nîne. Kurd îro li Sûrî bûne hêzeke mezin û ji sedî 35’ê Sûrî di kontrola wan de ye. Li aliyê din Serşêwirmendê Beşşar Esad Cîgirê Wezîre Enformasyonê Khalaf El Maftah dawetî konferansê hat kirin. Dîsa nûnerên Rusya, DYA, Îran, Iraq, Yekîtiya Ewrûpa û gelek welatên din dawetî konferansê kirin. Lê Tirkiye destûr neda hatina Meftah û Meftah tev li konferansê nebû. CHP’ê nûnerên Kurdan jî dawetî konferansê nekir. Di konferansa bêyî kurd de li çareseriyê geriyan.
Di konferansê de ji zanîngeha Harvardê Doç. Amy Austin Holmes, diyar kir ku divê êdî QSD tev li niqaşên çareseriyê yên navneteweyî bê kirin û pêwist e ku êdî dewleta Tirk dest ji gefxwarina li QSD’ê berde.
MA / FERHAT ÇELÎK