
Biryara ku perwerdeya destpêkê bi tevahî bibe bi Kurdî hat dayîn.
Duyemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê roja Şemiyê (17.01.2015) bi beşdariya hezar û 200 delegeyî bi dawî bû. Di destpêka konferansê de Perspektîfên Kordînasyona SZK´ya Rojavayê Kurdistanê hatin xwendin. Piştre peyama pîrozbahiyê mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kobanê hat xwendin û rastî elaqeyeke mezin hat. Şaxê Efrînê yê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Rojava û gelek sazî û dezgehên din peyamên pîrozbahiyê şandin konferasnê.
Di beşa duyemîn a konferansê de rapora xebatên SZK'ê yên salek û 2 mehan ên li Helebê û Efrînê hatin xwendin. Pişre mamosteyên beşdar jî nerîn û rexneyên xwe bi awayekî berfireh li ser naveroka raporê dan û mijarên cihê rexneyan bûn hatin diyarkirin.
Sîstema perwerdeyê ya kantonê ya ji bo sala perwerdeyê ya 2015-2016'an ji aliyê rêveberiya SZK'ê û Desteya Perwerdeyê ve hatibû amadekirin paşê hat xwendin. Li gorî vê dema ku bername û meteryalên dibistanên seretayî wê bi giştî bibe bi Kurdî. Heta refa sêyemîn xwerû bi Kurdî be. Di refên 4,5,6 de xala zimanê Erebî û di refa 5,6 an de jî madeya Ingilîzî wê hebin.
Xelatên Viyan Amara
Di konferansê de gelek xalên girîng li ser pêşxistina ziman û perwerdeya Kurdî hatin destnîşankirin. Her wiha biryar hate dayîn ku tekoşera kurd Viyan Amara ya ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da weke sembola pêşxistina ziman bê diyarkirin û biryar hate dayîn ku sala bê mamostyên SZK´ê yên di warê xebat û pêşxistina ziman de li pêş bin li ser navê Viyan Amara bên xelatkirin.
Di dawiya konferanê de hilbijartin hatin lidarxistin û rêveberiya SZK ê ya nû ji 5 kesan hate hilbijartin.
Materyalên perwerdeyê bi Kurdî
Sîstema perwerdeyê ya kantona Efrînê wiha hate diyarkirin:
Sîstema perwerdeya pêş dibistanê: Baxçeyê Zarokan û Dibistanên Dayîkê bi giştî sê salin û giştî bi Kurdî ye. Temenê 3 û 4 salî yê Baxçeyê Zarokan e. Temenê 5 saliyê jî dikeve çarçoveya Dibistana Dayîkê. Ji bo van 3 salên pêş ên dibistanê 3 pirtûkên ziman, 3 pirtûkên muzîkê û di refa 5 an de pirtûkeke jimaryariyê tên amadekirin. Wekî din wê perwerdeya zarokan zêdetir dîtbarî be.
Ji biryarên konferansê:
SZK-Efrîn wê her sal li ser navê şehîd Viyan Amara xelatê bide mamoste û endamên di xebatên ziman, nivîskarî û wêjeyê de çalak û serkeftî.
Divê SZK-Efrîn ji bo sala perwerdeya 2015-2016´an meteryalên dibistanên seretayî bi giştî bibin bi Kurdî mamosteyan amade bike.
Pêwîst e SZK-Efrîn ji bo sala perwerdeya 2015-2016'an di dibistanên navîn û amadeheyî de dersên dîrok û erdnîgarî bibin bi kurdî.
Ji plansaziya SZK-Efrînê:
Vekirina akademiyeke branşan.
Meşandina dewreyên taybet ji bo mamosteyên dayîk.
ANHA / EFRÎN