
Zimanzan Zana Farqînî der barê konferansê de nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Sê xalên herî girîng ên konferansê hebûn; Alfabe, zarava û termînolojî. Her wiha siyaseta Kurdan a der heqê ziman de çî ye, evane hatin gotûbêjkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê ew dîwarê du alfabatiyê yê di nav Kurdan de heye, bê hilweşandin. Biryar hate dayîn ku heta Kurd bigihêjin yek alfabeyê, divê her du alfabe li Herêma Kurdistanê bên bikaranîn. Her wiha damezarandina Civata Bilind a Ziman a ku ji hemû zaravayên Kurdî pêk tê, endamên wê 20 kes bin û her ji çar salan carekê endamên wê nû bibin. Ev jî wê xebatê li ser ziman, zarava û termînolojiyê bikin.
Konferansên li ser ziman çend carên din jî çêbûn, li vir jî û li cihên din jî çêbûn. Di konferansa li vir de Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih girt û şiyar kir ku qûdreta Hikûmeta Herêmê heye ku biryarên konferansê di pratîkê de pêk bînin. Her wiha, di konferansê de gelek kesên ji her derê, ji diyasporayê jî beşdar bûn. Konferansê kir ku em hev du û hesasiyetên hev du binasin. Biryar hatin girtin. Hêvî û gumanên me ew in ku ev biryar di demeke kin de pêk werin û em hemû nêzî hev bibin.” Farqînî wiha berdewam kir: “Diviyabû amadekariyên konferansê xurtir bibûya û pisporên van waran têde cih bigirta. Bi giştî vê konferansê bi niyeteke baş dinirxînim. Da ku siberoj ev hemû kêmasî li ber çav bên dîtin û ji aliyê tevlîbûnê û encamên ve baştir bibin. Hêvî û bendewariyek da me.
Pêwistiya nûjeniyê
Çeto Çarçela jî der barê pirsgirêkên ziman de ev tişt bi lêv kirin: “Me li ser pirsgirêkên giştî yên Zimanê Kurdî gotûbêj kir. Armanca konferansê ya bingehîn ew bû ku pirsgirêkên Kurdî bêne gotûbêjkirin. Her ku diçe ziman diguhere. Beriya 20-30 salan ragihandina di navbera gel de qût bû. Ev yek jî bandoreke mezin li ser ziman dikir. Ziman herêmî dima. Lê piştî şoreşa azadiya Kurdan, gelê Kurd zêdetir nêzî hev bûn. Ji ber wê jî pêwîstiya Kurdî bi nûjenbûn û standardizebûnê heye. Ji ber wê jî standardizekirina alfabeya Kurdî hate gotûbêjkirin.
Encamên pir girîng ji konferansê derketin. Standardkirina zimanê nivîskî bi piranî hate gotûbêjkirin. Ji ber ku di zimanê Kurdî de alfabeyên latînî, erebî û kirîlî tên bikaranîn. Dîsa biryar hate dayîn ku ev konferans bi berdewam her sal were lidarxistin. Her wiha xalek din ew bû ku yasaya zimanê Kurdî hebe. Em hêvî dikin ku wê encamên konferansê li her derê Kurdistanê pêk werin.”
Zimanzan û lêkolînerê Kurd Îbrahîm Seydo Aydogan gotinê xwe yên li ser konferansê wiha vegotin: “Me dikaribû ku em di vê konferansê de bi awayekî neteweyî pirsgirêkên xwe yên ziman gotûbêj bikin. Gelek gobûbêj hatin kirin.
Lê di dawiyê de em gihiştin encamekê. Ew encam bi dilê me hemûyan bû. Çi Başûr çi jî Bakur, Rojhilat û Rojava. Niha li Bakur alfabeya Kurdî bi latînî ye. Em weke lêkolîner dikarin xwe fêrî alfabeya erebî bikin. Lê 20 milyon Kurd li Bakur in, nikarin vê yekê bikin. Li ser vê bingehê, me ji hev fêm kir.
Ferhenga hemû zaravayan
Parlamenterê Qersê Mulkiye Bîrtane mijarên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin bi van gotinan anî ziman: “Niha cara yekem e ku ew qas rewşembîrên Kurd ji bo Kurdî li hev dicivin. Tiştên ku me hêvî dikir, pêk hat. Ji bo zaravayên Kurdî nêzî hev bibin û Kurd ji hev du fêm bikin, gotûbêj hatin kirin. Ev gotûbêj gihiştin encamên baş jî. Mînak biryar hate dayîn ku ferhengek Kurdî ya bi hemû zaravayan were amadekirin. Bi taybet hewldanên anîna ba hev a zaravayên Kurdî serkeftinên hêja ne. Her wiha ji bo yekitiya Kurdan û giyanê netewî ev konferans bandorek mezin li ser delegasyonê hiştin.”Bîrtane wiha domand: “Em jî demek dirêj di saziyên zimên de xebitîn. Me her tim bang li siyasetmedarên Kurd dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî siyasetê bikin. Ji ber ku siyaset pêşengiya gel dike. Di pêkanîna biryarên konferansê de rolek pir mezin dikeve ser milê siyasetmedarên Kurd ên li Başûr, Bakûr û her derê. Ji ber ku ew pêşengiyê dikin. Çiqas Kurdewar bin, ewqas di nava civakê de têne pejirandin. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê siyaseta asîlasyonê berdewam dike, ev yek bandorê li jiyana siyasetmedarên Kurd jî dike. Ji ber wê jî divê em hewl bidin ku van pêlên asîmlasyonên yê li ser xwe bişkînin û bi zimanê xwe bigihîjin gelê xwe.
ABDULLAH BÎLEN - DÎHA- HEWLÊR