CANSUKARATAŞ / FRANKFURT

Dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan a “Şoreş niha dibe” ya bi organîzasyona tora bi navê “Women weaving the future (Jin siberojê dihûnin)” 6 û 7´ê Cotmehê bi beşdariya 500 jinên ji seranserê dinyayê bi rê ve çû. Li vir jinan tecrûbeyên ji gelek welatên dinyayê anîn cem hev, minaqeşe kirin û nexasim jî bala xwe dan Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê ya di nava tevgera azadiya Kurd de. Em di dawiya roja yekem a konferansê de bi hinan ji beşdaran re peyivîn. Ji Welatê Baskê, heta bi Îtalya û Elmanyayê tesîra konferansê hem kela canê wan rakiriye û hem jî ji wan re bûye hêviya serketinê û hûnandina siberojê.

Nerea ji Welatê Baskê: Em ji komên cihê ne. Di nava me de jinên World Wide March (Meşa Cihanî) yên tevgera femînîst jî hene. Ez bi xwe berê çûm Kolnê jî, beşdarî yekemîn kampa Jineolojiyê jî bûm. Ev ji bo min weke konferansa duyem e.

Ez di vê konferansê de beşdarî komxebata Kolonyalîzm û Bandora wê li Jinan bûm. Gelekî tesîrker bû, ji ber ku pêşî jineke Efxan peyivî, paşê jineke ji Sûdanê, û di dawiyê de dayikeke ji Şengalê û dayikeke ji Efrîn peyivîn. Dayika ji Şengalê şîniyek got. Ya rastî me ji ziman titek fêm nedikir, lê her yek ji me li wir giriya. Mirovahî tiştekî ji zimên û wê de ye. Me bi Kurdî nedizanî helbet, lê me ji hest û dilê wê fêm kir. Dema min li wê dihisand, mirovên ku bi êş û azara ji destdana mirovan dinaliyan hatin bîra min.

Dayik û navsere dibin xwedî hêza siyasî

Mirov dibîbe çawa bi rengekî dayik û jinên navsere dibin xwedî hêza siyasî. Hun dizanin di nava tevgerên çepgir li deverên din û li ewrûpayê mirov tenê jinên ciwan dibîne. Tevgera Kurd dikare hêza siyasî bide jinên navsere jî û ev mînakeke ji bo hemû jinan. Ez naxwazim bibim çepgireke sekter û ez bi rastî hez ji mieletê Kurd dikim, li vir dixwazim bibêjim em gelekî feyzê digirin ji tevgera Kurdan. Ew ji me re çavkaniya îlhamê ne.

Parîzîna ji Îtalyayê: Ez ji bajarê Îtalyayê Mîlanoyê têm. Rûniştina sibehê gelekî xurt bû. Hêzeke konsantre hebû. Ew qasî kela canê min rabû, hindik mabû ku ez bigirîm. Ew merasîma tevî jinên ji Honduras, ji Kurdistanê, ji Meksîak Çiyapasê, ev tecrûbeyeke çi bedew bû, çi xweşik bû. Niha jî diçim komxebata ekolojiyê, me navberek dayê.

Di herdu saetên pêşî ê komxebatê de me hemûyan rave kir ka her yekî li welat me çi diqewime. Weke şewata daristanan li Kurdistanê. Û em ê niha jî dest bi minaqeşeyan bikin. Bandoreke gelekî pozîtîf li min kir. Ez malavahiya hemû jinên Kurd û miletê Kurd dikim ku ev konferans mumkin kirin û kirin ku em jin hev bibînin.   

Julia ji Elmanyayê: Ez ji Berlînê têm. Ez bi konferansê hisiyam, ji ber ku ez di Komîteya Efrînê de cih digirim ku li dijî êrişên li dijî Efrînê hat damezrandin. Bi rêya wê komîteyê bi rêk û pêk di navbera çepgirên Elman û tevgera Kurd de danûstandineke misêwa heye. Ji bo me girîng e em vê berfireh bikin û bikin civakek. Ji hingê ve ez bêhtir elaqedarî tevgera Kurd im û elaqeya min gelek e ji Konfederalîzma Demokratîk re, ji Jineolojiyê re. Beriya du hefteyan ez li wê konferansa dawiya hefteyê ya Jineolojiyê jî bûm.

Heta niha konferans gelekî xurt bû. Gelekî baş bernameya wê hatiye danîn, konferasn baş hatiye avakirin. Rûniştina yekem bi qisekerên gelekî baş dest pê kir. Min ji gelek tiştan sûd wergirtin ji têkoşînên femînîst ên înternasyonal. Gelek fikr û destpêkên hizrê dan min, ka mirov çawa dikare wan li vir ji bo têkoşîna me li Elmanyayê tetbîq bike. Ez di komxebata, teorî çawa dikare veguhere pratîkê de cihê xwe digirim, û hîvîdar im ew jî biqasî rûniştinê berdar be.

Taira ji Berlînê: Merheba, ez Taira ji Berlînê me. Ez li Berlînê tevî Meclisa Jinan a Kurd dixebitim. Ji ber wê yekê jî qismî di amadekariyan de jî min cih girt. Rûniştina yekem û merasîmê gelek tesîreke erênî kir. Nexasim jî ew hêza sembolê ya jinên ji welatên cihê li ser dikê. Ango mirov disît ku bi awayekî gerdûnî, têkoşîn li her deverê heman têkoşîn e. Vê gelek hêz da. Ji ber ku li her deverê mijarên me yek in. Ya ku divê em bikin ew e ku em bên cem hev li dora heman maseyê rûnin û vê hêza hanê bi hev re bihûnin, bikin yek. Vê yekê herî zêde tesîr li min kir. Ji gelek beşên cihê yên cihanê xelk li vir in û ya rastî armanca wan yek e.

Divê çalakiyên wiha dewam bikin

Ez di komxebata “Teorî çawa dikare veguhere pratîkê” de cihê xwe digirim. Bi ya min zêde tiştek pê ve nayê ku mirov tenê bi teoriyê dakeve, xwe bi wê gurçûpêş bike. Nexasim bicihanîna wê teoriyê ya pratîk girîng e. Niha em ê dest bi minaqeşeyê bikin û ez bi meraq li bendê me. Ango wê ew fikr û destpêkên hizran ên ji teoriyê niha pratîk bên minaqeşekirin.

Bi ya min lazim e konferansa û çalakiyên bi vî rengî dewam bikin. Û netenê li Elmanyayê, li deverên din jî ku li wan têkoşîn hîna ji ya li vir zehmettir e jî. Weke jin em herin wir jî û li wir jî mînakeke nîşan bidin.