Komitas Vartabed navekî Ermenî ye ku têra xwe elaqeya wî bi muzîka Kurdî re heye. Îsal 150´emîn salvegera rojbûna wî bû. Vê 6´ê Nîsanê 150 salên rojbûna wî li paş

man  û di nava dêrên dîasporaya Ermenî de jî ew nehat jibîrkirin. Li bajarê Burbank ên Kalîforniyaya DYE´yê jî ji bo bibîranîna wî bi navê 2019 Reclaim Comference, konferansek hat organîzekirin li Pikoposiya Rojava a Dêra Ermenî ya Bakurê Emerîkayê. Metran Hovnan Derderian jî xwedîtî li vê çalakiya tevahiya rojekê kir.

Tevî ku Komîtas di nava Ermeniyan de weke rizgarkerê muzîka Ermenî tî naskirin jî, ew ji vê û wê de ye. Rast e ku wî bi notakirinê muzîka sedsalan a Ermeniyan beriya qirrkirinê parast, lê ew bi karakterê xwe yê dîndar û zilamê dêrê jî xwedî cihekî girîng e. Taleen Babayan li ser vê konferansê nûçeyek amadekiriye ku jê em tenê çend agahiyan didin.

Ji dema li nav Kurdan bû nameyên wî

Di vê konferansê de minaqeşeyek bi navê “Revealing Komitas Vartabed’s Character From His Personal Letters (Derxistina holê ya karakterê Komitas Vartabed ji nameyên wî yên şexsî)” jî hebû ku ji dêra gerdûnî Hayk Madoyan bi rê ve bir. Wî da zanîn ku ji gelek nameyên wî yêîn ku bi pirranî ji tranbêj Margarit Babayan û şair  Hovhannes Toumanyan tenê 184 mane roja me ya îro. Hayk Madoyan ji nameyên wî hinek xwendin, ên ku wî ji Kurdistanê nivîsîbûn, li hawîrdorê Agirî gava ku wî melodiyên Kurdan berhev dikirin. Belkî ev nameyên hanê ji bo lêkolerên Kurd jî bi kêr bên.

Alîkarekî rahib ê bi navê Gevork takmizyan, tesîra Komîtas li ser xwe wiha rave dike: Ev konferansa yekî ji mezintirîn dîndarên cemaeta dêra me û mezintirîn muzîkjenê Ermenî de ku muzîka wî dilê me zîz dike, agahdar dike. Komitas Vartabed sedema wê yekê ye ku xizmeta xwe ya li dêrê dewam dikim û roleke wî ya mezin heye li ser muzîkjeniya min.”

Notanivîserê herî kevin ê awazên Kurdî

Eskerê Boyik wiha behsa serpêhatiya berhevkirina newa û awazên Kurdî bi destê Komitas dike: “Komîtas û serokê êla Hesinya, serokê temamya Êzdîyên Rûsyayê Ûsiv Beg hevalê heve xwendinê bûne. Gelek cara Komîtas mala serokê Êzdîyan bûye mêvan. Salên 1965-1968-an ez rastî gelek rîspyên wê êlê hatim. Wan derheqa Komîtas da gilî dikrin û digotin, bi çevê xwe Komîtas mala Beg da dîtine.” Axir di encamê de sala 1904´an yekem berhevoka bi notayan a stranên gelêrî yên Kurdan weşand. Ev encama karê wî yê doktorayê bû. Lê beriya wê jî wî ji 28 destanên Kurdî yên ku Sarkuni Haykuni ji dengbêjên Ermenî lê bi Kurdî destanbêj berhev kiribû, notayên 13´an jê nivîsîne.

 

BURBANK