Li bajarê Neu-Munster ê Elmanyayê Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Elman kongreya xwe ya salane pêk anî. Kongrê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û hilbijartina dîwanê dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Îhsan Serhat di kongrê de li ser rewşa dawî ya siyasî axivî û bal kişand ser bandora Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li mirovên li dîasporayê û got:”Mîna her tiştî azadî jî berdêleke xwe heye. Ji bo em bibin xwedî van saziyan bi hezaran ewladên me canê xwe dan. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li bîranîn û wasiyeta wan derkevin.”
9 kes hatin hilbijartin
Piştî axaftinan rapora xebatên salekê hat xwendin û nirxandin. Di axaftinan de li ser girîngiya zimanê Kurdî hat seknandin û ji rêveberiya nû hat xwestin ku ji niha û pêde di vî warî de xebateke têrûtemam bimeşîne. Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin. 9 kes weke rêveber û Mûsa Paşa û Fatma Uzun weke berdevk hatin hilbijartin.
HAMBURG