KONGRA GEL ragihand, berxwedana 14’ê Tîrmehê têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê gihandiye asta fînalê û banga mezinkirina berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê em bi ruhê seferberiyê, bi eşq û coşeke mezin, di nava refên têkoşîna azadiyê de bi berpirsyariya xwe rabin.”
Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 34. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, “Em hevrêyên xwe Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku pêşengên mezin ên têkoşîna me ne, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Bi vê wesîleyê em careke din soz didin; em ê bi ruhê wan ê serketinê, jiyana azad ava bikin.”
‘Divê herkes bi erkê xwe rabe’
Di dewama daxuyaniyê de banga mezinkirina berxwedanê li her cihî hat kirin û hat gotin, “Divê her kes tevlî maratona azadiyê bibe. Pêwîste em bi ruhê seferberiyê, bi eşq û coşeke mezin di nava refên Têkoşîna Azadiyê de bi berpirsyariya xwe rabin. Jin, mêr, ciwan, extiyar, li welêt, li derveyî welêt, li her devera em lê ne, her kes dikare karekî bike. Û girîng e her kes bi coş û kelecaneke mezin a bi ser xistina karê xwe, tevbigere. Li ser vê bingehê em dikarin layiqî şehîdan bibin.”
Hevseroka KONGRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê careke din bi rêzdarî bibîr anî û got, “Em soz didin wan, ku em ê layiqî wan bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn.
Civîn bi beşdariya Kurdistaniyên ji Erîvan û derdora wê, ku di nav de gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend hebûn li Mala Kurdan pêk hat. Li ser navê Kurdistan Komîte, ku civîn organîze kir, Davût Karasû axivî li ser girîngî û wateya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê axivî.
Karasû diyar kir, berxwedana 14’ê Tîrmehê wê gelê Kurd bigihîne serketinê û da zanîn, ku ev ruhê berxwedanê îro jî li Şengal, Rojavayê Kurdistanê, Amed, Cizîr, Silopiya, Gever û her çar aliyên Kurdistanê dewam dike.
ERÎVAN