Sekreterê giştî yê partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhat Têlo diyar kir ku şert û mercên ku îro Kurd di navde dijîn Kurdan neçarî kongreyek newewî dike û wiha got: “Rewşa ku  Rojavayê Kurdistanê di nav de dijî, hîn zêdetir giringî û xebat hate dayin ji bo kongreyek netewî. Di serî de KCK, YNK, Goran, HPD û PDK’e pêwîstbû ji bo kongreyekê dem û cihê kongrê dabûna diyar Şert û mercê ku îro Kurd di navde dijîn li ser hemû partî û siyasetan ferz dike kû gelê Kurd biçe kongreyekî netewî. Rewşa Rojava û Kurdistanê me neçar dike ku em biçin kongreyek netewî bibin yek hêza leşkerî, siyasî û bibin xwedî yek gotin.”

‚Berjewendiyên gel esas bigirin’

Ferhat Têlo desnîşan kir ku hinek hêz partî li pêşiya kongra netewî dibin asteng û axavtina xwe wiha berdewam kir: “Ez di wê baweriyê de me ger astengî nebûna ji bo Kongra netewî demek dirêj bû kongra li darketiba. Hinek partî û siyaset dixwazin her tim astengî li beramberî kongrê çêbikin. Ji ber ku berjewendiyên xwe difikirin kongre ne li gorî berjewendiyê wan e. Hinek kesayet li Başûr û Rojava hene ku naxwazîn kongre darbikeve.  Ev kesayet û partî êdî çi girêdana wan bi hêzên navnetewî ve hebin, hinekan jî Kurdistan di bazarê de kirin mijara firotinê û hêzên ku Kurdistan dagir kirine li ser Kurdan bidin sor kirin û Kurd mafê xwe nestinin. Li gorî min kijan partî jî astengî ji bo kongrê çêbike jî, pêwîste kongreyek netewî dar bikeve.”
Têlo axavtina xwe wiha berdewam kir: “Darxistina kongrê bi xwe helwestek netewî ye. Kesên ku kesayeta berjewendiyên xwe, eşîr û partiya xwe difikirin û Kurdistan piştî berjewendiyên xwe dihêlin, wê tu car nikribin yekîtiyek û xebatek ji bo Kurdistanê bikin. Wê di tû mijaran de ev partî pêşnekevin.  Ji bo kesên wisan tenê berjewendiyên xwe difkirin, pêwîste hemû partî û gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê helwestên xwe nîşan bidin.  Yanî demê ez dibêjim helwest were nîşandan, ne dijminahiya wan hêz û partiyan bikin, pêwîste tirêna Kurd ne sekîne û bimeşe heta dawiyê.”

Kurd wê bibin xwedî proje

Têlo daxuyakirin çawan ku berxwedaniya Kobanê ket mijara hemû cîhanê , Rojhilatê navîn û hêzên dijî Kurdistanê helwestên wan ji bo Kurdistanê hate guhertin, wê kongra netewî taybet bandorek mezin li ser Kurdan, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Têlo destnişan kir ku herî dawî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan çend cara ji Birêz Mesûd Barzanî re li ser mijara kongra netewî name şand. Partiyek yan hêzek Kurdî neyê kongra netewî li gorî min pêwîste êdî were darxistin ev kongre.

Ji bo piştgiriya navneteweyî…

Têlo destnîşan kir ku ger kongre  neyê bi darxistin wê pirsgirêka Kurd jî were dirêj kirin û wiha got: “DAIŞ’a ku êrîşê Kurdistanê dike xwedî plan projeyeke. Îro dijminatiya DAIŞ’ê li dijî Kurdan, dijminatiya demokratiyê ye. Ger carek din kongre were paşdexistin pirsgirêka Kurd ku îro em dikarin çareser bikin, êdî ev pirsgirêka Kurdî nayê çareserkirin.  Disan kongre neyê darxistin dibe ku êrîşên hin dijwartir werin ser Kurdistanê. Dibe ku êdî wek berê hêzên navnetewî bi awayek cidî nêzî pirsgirêka Kurd nebin. Em baş temaşe bikin piştî ku hêzên YPG, YPJ, HPG û Pêşmerge bûn yek û êrîşê çeteyan kir, taybet jî berxwedana sedsala 21’an Kobanê  hêzên navnetewî piştgiriya hêzên leşkerî yên Kurdî dikin. Paşdexistina kongrê tê wateya ku hêzên navnetewî jî piştgiriya hêzên Kurdî neke. Yekîtiya Kurdan û yekbûna Kurdan dihêle ku hêzên navnetewî alîkariya Kurdistanê bike.”


 RIZGAR ADANMIŞ / ANHA/QAMIŞLO