Ew hêvî kir ku tu alî hewil nedin ku di Kongre de bazirganiyê li ser doza gelê Kurd neke. Evdila destnîşan kir ku pêwîste nûnerên dewletên dagîrkerên Kurdistanê wek mêvan beşdarî konferansê bibin. .

Kamîran Hesen ê nûnrê Partiya Demokrata a Pêşverû a Kurd li Sûriyê li Efrînê jî diyar kir ku pêwîste Konferans di derbarê êrîş û hewildanên valakirina Rojavayê Kurdistanê de biryrên girîng bigre.
Berdevkê fermî yên Encumana Niştimanî a Kurd li Sûriyê Reşîd Şaban destnîşan kir konferansa netewî dikare gelek pirsgirêkên Roavayê Kurdistanê çareser bike.
Li bajarê Serêkaniyê jî endamê desteya rêvebir ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xelîl Osman destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji sala 1993 ve doza lidar xistina Kongra Netewî kiribû.
Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mistefa Ferhan jî diyar kir ku lidar xistina konferansê dê bibe destpêka yekîtiya gelê Kurd û bidest xistina mafên xwe yên rewa. Endamê Partiya Yekîtî a Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) li Serêkaniyê Îdrîs Îso diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin li benda lidarxistina konferansê ne. 

EFRÎN/SERKANIYÊ