Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) a şaxê Helebê, duyemîn kongreya xwe li Hola Efrîn a herêma Şêqêf li dar xist. Hola kongreyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê û alên PYD`ê hate xemilandin. 260 delege ji saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, TEV-DEM’ê, rûspiyên êlan, foruma olan, partiyên siyasî; Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, nûnerên PYD`ê ji kantona Cizîrê û Şehbayê beşdarî kongreyê bûn. Sînevîzyonek li ser kurtejiyana têkoşer Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê yên li bajarê Mûsilê di encama komployeke navdewletî de hatibûn qetilkirin, hat nîşandan. n ANHA/HELEB
Kongra PYD`ê li Helebê çêbû