Kordînasyona Giştî ya hersê Kantonên Rêveberiya Xweser, partî û pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo lidarxistina kongreya damezirandina rêveberiya siberoja Rojava û Bakûrê Sûriyeyê di 12’ê Adara 2016’an de kom bû û komîteyek ji 13 kesan ava kirin.

Piştî civîna doh a komîteyê, amadekariyên kongreyê bi temamî hatin bidawîkirin. Civîn li navenda têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk di seat 10.00’an de bi rêket û li çapemeniyê girtî pêk hat.

Endamê Komîteya Amadekar a kongreyê Emced Osman li ser encama civînê got, wan tevahiya pêşniyaz û nêrînên aliyan ên derbarê şeklê rêveberiyê de wergirt û ji wan reşnivîsek amade kir da ku di kongreyê de bê nîqaşkirin. Osma destnîşan kir ku ev civîn wê sibe li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.

Osman weha axivî: “Em li çareseriya herî baş a ji aloziya Sûriyeyê re digerin. Heya niha nêrîna me ew e ku Sûriyeyeke nenavendî ya yekbûyî bê avakirin. Me amadekariyên lidarxistina kongreyê, bidawî kirin. Di kongreya pêşiya me de jî rêgezên sîstema nû ya herêmê wê bê nîqaşkirin”.

Derbarê nêrîna aliyê Kurd a ji vê projeyê re Osman got: “Weke Kurd em dibînin ku sîstemeke federal ê karibe mafên me wek pêkhate biparêze. Di heman demê de ew ê mafê pêkhateyên din ên bakurê Sûriyeyê jî biparêze. Lê belê ev hîna pêşniyaz e. Çav li rê ye ku di civîna pêşiya me de şeklê dawî yê vê rêveberiyê bê diyarkirin.”


Projeyek ji bo tevahiya Sûriyê

Endamê Partiya Asûrî ya Demokratîk û Endamê Komîteya Amadekar Wayîl Mîrza got, di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmên fireh ji xaknîgara Bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, Kordînasyona hersê Kantonên Rojava bang kir da ku rengê rêveberiyên herêmên rizgarkirî û Rojava bê diyarkirin û projeyek derkeve holê da ku li tevahiya Sûriyeyê bê belavkirin.

Mîrza derbarê reşnivîsê de ku hatiye amadekirin jî ev agahî dan: “Şeklê rêvebirina herêmên rizgarkirî, mafên gelên vê herêmê tevî parastina demografiyeya herêman hatin nivîsandin. Em ê ji tecrûbeya rêveberiyên xweser sûdê bigirin. Lê belê em ê sibe nêrînên tevahiya pêkhateyan wergirin û di encama wê de, ew ê şeklê dawiyê bê destnîşankirin” 


 ANHA / QAMIŞLO