Omer, diyar kir ku ew dê di vê kongreyê de li ser tekoşîna jinan rawestin û xwerêxistinkirina jinan ava bikin. Omer destnişan kir ku eger rêxistina jinan bê avakirin, dê bi tekoşînek hevbeş bikarin van bazarîyên ku li ser jinan di civakê de tên meşandin rawestînin. Omer, derbirî ku ew dê bi rêxistinkirinê tiştên bi rêya siyaseta desthelat û baviksalarî li ser jinan hatîn ferzkirin rawestinin û hewl bidin van tiştan ji hole rakin.Omer, bal kişand ser giringiyareyê pêvajoyê û wiha got: “Tişta ku di vê kongireyê de em giringî bidinê ev pergala ku li ser jinê didin meşandin e. Divê em vê rewa ku serdest e em rakin. Bê guman ev wê bi hewldanên me û bi taybet wê bi destê jin û ciwanan bi dawî bibe.”
HEWLÊR