3. Kongreya Karsazên Avakirinê ya Herêma Cizîrê pêk hat. Kongre li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. 150 delege ji hemû herêmên Cizîrê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê, Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û şêwirmendê Buroya Karên Sivîl a QSD`ê Rêzan Gulo amade bûn.
Di destpêkê de, hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî, kongre li beşdaran pîroz kir û got; “Divê hûn bibin mînak ji cihanê re, wekî şervanên di eniyên xwe de ku niha ji cihanê re mînak in. Ji ber vê yekê, divê her kes xwe bi rêxistin bike û karê xwe û saziya xwe bi pêş bixe.”
Armanc parçekirina xaka Sûriyê ye
Xerîb Hiso bal kişand ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî rojavayê Kurdistanê û got, “Tirkiye armanc dike xaka Sûriyê parçe bike, lêkirina dîwarê parçekirinê, mînaka wê yekê ye; armanca wê qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye.”
Rêveberiyeke hevbeş hat avakirin
Paşê beşdaran kar û xebetên karsazên avakirinê di 2 salên dawîn de xwendin, her wiha rêzikname hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Di dawiya kongreyê de rêveberiyeke hevbeş hat avakirin.
ANHA / QAMIŞLO