Koordînasyona giştî ya Meclîsên Rêveber ên hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê banga lidarxistina kongreke navnetewî ya ji bo nîqaşkirina awayê jinûveavakirina Kobanê û pêşkêşkirina alîkariyan, kirin.

Koordînasyona giştî yên kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîr piştî ku pêr li Kobanê li hev civiyan, civînek çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de daxuyniyeke ku tê de biryarên  ku di civînên meclîsên Rêveber de hatin girtin, ji raya giştî re hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ˮEm li hember berxwedana dîrokî yak u şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê meşandine bejna xwe ditewînin. bi saya berxwedana wan gelê kurd gelek destkeftî bidest xistin. Ev destkeftî ji bo gelêk kurd ê Rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê Sûriyê deskeftiyên pîrozin.ˮ


Biryarên civînê

Di berdewamiya daxuyaniyê de biryarên ku di civînê hatin girtin wiha hatin rêzkirin:

* Desteya jinûveavakirina Kobanê, hemû ziyanên ku ji ber şer û pevçûnan çêbûne tesbît dike û ji raya giştî re radighîne.

* Ji bo bidestxistina alîkariyên ji bo jinûve avakirina Kobanê li hemû deverên cîhanê, buroyên desteya jinûveavakirinê bên vekirin.

3- Hin kolanên Kobanê fedekariyên pir mezin têde hatin dayîn û pir xerabûne, ji bo vê jî ew weke xwe dimînin.

4- bang li Civaka Navnetewî û Saziyên alîkariyên mirovî bê kirin, da ku korîdorek mirovî di navber bakurê Kurdistanê û Kobanê de, ji bo derbaskirina alîkariyan bê vekirin.

5- Ji bo alîakriyadayîna hêzên YPG/YPJ’ê bang li civaka navnetewî û raya giştî, bang bê kirin, da ku bikaribin li dijî terorê şer bikin.

6- Ji bo vekirina Kampekê li Kobanê alîkarî ji civaka navnetewî bê xwestin.

7- Divê ji bo nîqaşkirina jinûveavakirina Kobanê, Kongreyeke navnetewî bê lidarxistin.ˮ 


 ANHA/KOBANÊ 




Ankêta Kobanêya ekolojîst


Bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Kurdistanê, endamên Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst a Kurdistanê li ser xebatên ji nû ve avakirina Kobanê dest bi xebata çêkirina anketê kir. Endamê Bûka Baranê Mehmet Kaplan diyar kir ku piştî bangewaziya Salih Muslim wan li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kiriye û got ku welatiyên Kobanê fikra bajarekê ekolojîst bi keyfxweşiyek mezin pêşwazî kirine. 


Kaplan diyar kir ku piştî bangewaziya Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ya li ser ji nû ve avakirina Kobanê wan jî xwestiye ji bo Kobanê xebateke ekolojîk bimeşînin.