Kongreya 2. a NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Dortmûndê hat lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ji hemû bajarên Elmanyayê pêk hat. Di Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) de  nûnerên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), Ciwanên Azad, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Saziya Malbatên Şehîdan, Saziya Xaziyan, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (MADE) û Hevserokên KCD-E Dilşa Osman û Mûrat Ceylan amade bûn.

Li salona kongreyê zêdetirî 500 delege û Kurdistanî amade bûn. Di hola kongreyê de pankartên li ser wan nivîsandî "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu", "Em azadiya Girê Spî û serketina HDP'ê silav dikin", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgera enternasyonalîst şervana MLKP'ê Îvana Hoffmann a di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dayî, hat daliqandin.

'Azadiya Serok Apo 

azadiya gelê me ye' 

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokên NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Dîlek Satilmiş ve hat kirin. Hevserokan di axaftina xwe de got: "Paradîgmaya Neteweya Demokratîk îro li Rojhilata Navîn û Rojava bûye sîstemeke mînak. Li wê derê hemû gelan di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin kir û ji gelek gelan re bûne mînak. Eger îro li Rojava gelê me xwe bi xwe bi rê ve dibe, ev bi saya paradîgmaya azadîparêz a Serok Apo ye. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Serok Apo nayê qebûlkirin. Bi vê helwêsta xwe, hikûmeta AKP'ê pêvajoyê sabote dike. Azadiya serok Apo tê wateya azadiya gelê me."

Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî da xuyakirin ku ne tenê li parçeyekî Kurdistanê li her çar parçeyan qewimînên girîng hene. Osman got, "Ji bo avakirina jiyana nû divê em hewldanên xwe zêde bikin û êdî xwe bigihînin encamekê." Kongre bi nirxandina rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê dewam kir.  

Dema nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, kongreyê bi hilbijartina birêveberiya nû dewam dikir. 


'Aktorê vê pêvajoyê Ocalan e'


Parlemanterê Parlemana Ewrûpayê federal ê Partiya Çep li Elmanyayê, Andrej Hûnko, li 2. Kongreya NAV-DEM'ê axivî û got, "Azadiya Ocalan girîng e, aktorê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e; wê demê ti wateyeke ragirtina wî nîne. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan."

Hûnko serketina HDP´ê weke yeke dîrokî nirxand û bal kişand ser girîngiya cihgirtina HDP'ê li parlemanê. Hûnko anî ziman ku beriya hilbijartinan ew çûye Dîlokê û li wir hin karên ne li rê tespît kirine û got, "Li wê derê hînê zext li Kurdan û derdorên din tê kirin. Li bajarên Kurdan zexta dewletê xwe dide xuyakirin. Li Parlemana Ewropayê me destnîşan kir ku divê Êzidiyên li Şengalê ji aliyê AFAD'ê ve werin parastin. Me hişyar kir ku pêwîst e li wir cihêkarî neyê kirin."

Hunko weke terorîst dîtina Tevgera Kurd bi bîr xist û weha dewam kir: "Dema me li hemberî vê pêşniyarpirs radestî parlemanê dikir, me zehmetî dikişand; ji ber ku her kesî digot, qaşo 'PKK terorîst' e. Lê belê îro hem serketina HDP'ê hem jî berxwedana însanî ya li Rojava, destê me xurt kiriye. Ji ber vê yekê dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî we bikim. Ji bo bi dawîbûna qedexekirina PKK'ê me pêşniyarpirs da, divê PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin. Ji bo Parlemana Elman û Parlemana Ewrûpayê PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxînin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."


'HDP ji gelan re bûye hêvî'

Li ser navê AGÎF'ê Gulbahar Gunduz û li ser navê ATÎK'ê Suleyman Gurcan jî axatinên kurt kirin. Gunduz got, "Wan çiqasî em kuştin, em ewqasî bûn yek. Projeya biratiyê ya HDP'ê, bend li dîwaran da û xist gorê. HDP hêviya tekane û hêza berxwedanê ya hemû gelan e. Ev berxwedan wê bi serketina jinan û gelê me bi encam bibe."

Gurcan jî got, "Berê me di nava NAV-DEM'ê de xebateke hevpar meşand. Ev têkoşîna hevpar hêzê dide me hemûyan."



 DORTMUND