
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di semînera li Ranya, diyar kir ku pêwîste hemû alî ji bo lidarxistina kongreya netewî di nava hewildana de bin. Di semînerê de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û dehan kes amade bûn.
Îlham Ehmed li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, civîna vê dawiyê ya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û banga KCK’ê ya ji bo lidarxistina kongreya netewî rawestiya. Ehmed got; “Piraniya partiyên herçar parçeyên Kurdistanê erênî nêzî banga KCK’ê ya ji bo lidarxistina kongreya netewî bûn. Ji derveyî PDK’ê. Sedemên PDK’ê ewin ku, dibêje, divê PKK ji Şengalê derkeve û netê PYD Rojava bi rêve dibe. Ev hemû hincetên PDK’ê ne. Her kes dizane ev sîstema li Rojavayê Kurdistanê heye, ji bo xizmeta gelê Kurd e. Pêwîste hemû alî ji bo lidarxistina kongreya netewî hewildana bikin, ev tenê bi çend aliyan nabe. Ji ber vê yekê hêvîdarim ku hemû alî bibin yek deng.”
Mebesta dewleta Tirk diyar e
Îlham bal kişand ser kirinên dewleta Tirk û berdewam kir, “Dewleta Tirk dibêje nabe PYD beşdarî civîna li Kazakistanê bibe. Eger Tirkiye destwerdana civînê bike, wê civîn bi ser nekeve. Ji derveyî vê yekê eger Kurd beşdarî siberoja Sûriyeyê nebin, dîsa ev hewldan bi sernakevin“
MIHEMED HESEN / RANYA