Ji rewşenbîran Hengaw Haşim bal kişand ser guherînên bingehîn ên li Rojhilata Navîn û got, "Banga dawî ya KONGRA GEL gelekî girîng e, divê bersiv jê re bê dayîn. Ya ji bo Kurdan lezgîn û pêwîstî pê heye; afirandina stratejiyeke hevpar a têkoşînê ye."


Kongreya Neteweyî derman e

Haşim got, Kurd niha li Bakur, Başûr û Rojava têdikoşin û nexasim li Rojava û Başûr, têkoşîneke lehengî li hemberî rêxistina herî mezin a terorîstan tê meşandin û weha peyivî: "Li Bakur jî li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşîneke xurt tê meşandin. Ji bo encamên vê têkoşînê bi kêrî têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê, pêwîst e sekna ji hev parçebûyî ji holê were rakirin. Bi vî rengî Kurd wê karibin mîna aktorekî xurt di karê ji nû ve dîzaynkirina herêmê de cih bigirin."


Banga KONGRA GEL firsendek e

Nivîskarê sereke yê rojnameya SpîNewsê Şivan Mihemed jî diyar kir ku xebatên ji bo kongreya neteweyî yên sala 2014'an divê ji nû ve dest pê bikin û wiha peyivî: "Diviyabû kongre pêk bihata. Bêguman dewletên herêmê asteng bûn li pêşiya vê yekê. Eger hingê Kurdan ne li gorî van hêzan, lê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyana, kongre wê pêk bihata û rewşa Kurdan wê ji niha baştir bûya."

Mihemed destnîşan kir ku lidarxistina kongreyê îro mecbûriyetek e ji bo Kurdan û wiha dewam kir: "Lewma divê hemû hêz banga KONGRA GEL gelekî girîng bibînin. Eger ev neyê bikaranîn, Kurd wê dîsa winda bikin. Ji bo ev nebe, pêwîst e zext li partiyên siyasî were kirin." 


 ANF / SILÊMANÎ