Sekreterê El-Partî, Nesredîn Îbrehîm têkildarî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê got, lidarxisitna Kongreya Neteweyî û avakirina stratejiyeke Kurdî ya hevbeş dê bandorê li hemû aliyan bike û wiha peyivî: ʺLi Rojhilata Navîn, ji beriya 2 salan ve bi lez guhertinên mezin diqewimin. Ev guhertin herî zêde li Sûriyê pêk tên. Piştî vê, derfeteke dîrokî ji gelê Kurd li Sûriyê û Iraqê re derketiye holê. Diviyabû gelê Kurd li Yekîtiya xwe ya Neteweyî ku hemû hêzên kurd û Kurdistanî cihê xwe tê de digrin, bête lidarxistin. Di vê kongreyê de stratejiya hevbeş a gelê Kurd bête danîn û derfeta di destê gelê Kurd de veguhere destketiyan.ʺ

Îbrehîm bi bîr xist ku partiya wan jî banga yekîtiya helwêst û gotina Kurdan dike, û wiha dewam kir: ʺLidarxistina Kongreya Neteweyî û avakirina stratejiyeke yekbûyî ya gelê Kurd, dê bandoreke erênî li paşeroja hemû gelê Kurd bike. Her wiha bereya wan a hundir jî xurt bike, bi vê yekê jî gelê Kurd wê karibe di hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn de cihê xwe biparêze.ʺ

Sekreterê El-Partî, Nesredîn Îbrehîm di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û hemû hêza xwe bixin xizmeta yekîtiya gelê Kurd.



MÎDYA HENAN/ANHA / QAMIŞLO