Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet got, divê Kongreya Neteweyî derhal bê civandin.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, têkildarî banga KCK’ê ya ji bo civandina Kongreya Neteweyî got, “Weke Tevgera Azadî em dixwazin Kongreya Neteweyî demek ji ya din zûtir bê civandin. Yekane çareseriya pirsgireka Kurd, di nava Kongreya Neteweyî de ye.“ 

Ji bo statuya Kurdan, Kongreya Neteweyî 

Şîlan Şakir bi bîr xist ku ji bo ku Kurd bibin xwe statuyeke siyasî ya fermî, divê di nava Kongreya Neteweyî de yekîtiya neteweyî pêk bînin û wiha peyivî: “Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan qir bikin. Herî zêde dewleta Tirk vê dike. Dixwaze di nava Kurdan de hevkaran biafirîne û bi rêya wan Tevgera Azadiyê ya Kurdan qels bike. Pirsgirêka Kurdan ne tenê di aliyê parastinê de ye, pirsgirêka bingehîn a Kurdan pirsgirêka yekîtiyê ye. Em bi Kongreya Neteweyî dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger di vê demê de em nikaribin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, hingî firsendên îro li herêmê bi destê Kurdan ketine, wê ji dest biçin.”

Di dewama axaftina xwe de Şakir got, “Em weke Tevgera Azadî ji hemû aliyên siyasî re dibêjin; divê bi lezgînî bersiveke erênî ji banga KCK‘ê re were dayîn. Ji bilî vê yekê ti alternatîfa Kurdan a çareseriyê nîne.”

Şakir konferans û civînên KNK´ê li ser mijarê bi bîr xistin û got, hemû aliyên tevlî van kombûnan bûn dan xuyakirin ku ew alîgirê yekîtiya neteweyî ne. Li ser mijarê Şakir got, “Hêzên Navneteweyî jî fêhm kirin ku Kurd nebin, li Rojhilata Navîn nikarin gavekê biavêjin. Herî dawî KCK’ê banga yekîtiya neteweyî kir. Divê bi lezgînî bersiveke erênî ji vê re were dayîn.”

Kongreya neteweyî divê derhal bê civandin

Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet da xuyakirin, ku kombûna li hev a Kurdên li çar parçeyan girîng e û got, “KCK’ê ji bo Kongreya Neteweyî bangek kir. Ev gelekî girîng e. Lazim e partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê derkevin derveyî nêrînên xwe yên teng û li dora banga yekîtiya neteweyî ya KCK’ê li hev bicivin. Divê nuqteyên hevpar ên navbera partiyên siyasî bigihînin hev û li dora wan bicivin. Di vê demê de pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Çar parçeyên Kurdistanê di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Lewma pêwîstî bi yekîtiyê heye.”

Ahmet got, weke miletekî xwedî ziman, çand û welat, lazim e statuyeke Kurdan jî hebe, û destnîşan kir ku divê neteweya Kurd ku neteweyeke mezin e, bibe xwedî dewletek û bandora xwe li herêmê hebe.

Ahmet da zanîn ku weke Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê, ew ji bo yekîtiya gelê Kurd û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê gelekî xebitîne û wiha dewam kir: “Kombûna li hev a hêzên li çar parçeyên Kurdistanê karekî hêsan nîne. Lê belê em dikarin li dora aliyên hevpar bicivin. Bezvanek bi gava ewilî dest bi maratonê dike. Me ji gelek aliyan ve gav avêt û em niha li nîvê rê ne. Ev yek ji bo partiyên li Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên din lê ye. Lazim e, em bi aliyên xwe yên hevpar li hev bicivînin.”


ANF / KERKÛK