
Siyasetmedarên Kurd daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kirin û gotin ku pêwîste lêvegera siyasî ya gelê Kurd were avakirin. Hejmarek ji siyasetmedarên Kurd li Girkê Legê derbarê lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd ji ANHA’yê re axivîn.
Têkildarî mijarê Endamê Komteîya Partiya Demorkatîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Idrîs Çaçan got ku lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê pêwîstiyeke demê ye û dive gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin û got: “Herêm di rewşeke zehmet re derbas dibe, li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê rewşeke nû heye. Di vê demê de pêwîste gelê Kurd Kongereya netewî ya Kurdistanê lidar bixin.”
Bi yekîtiyê destkeftiyan biparêzin
Sekreterê partiya Niştimanî ya Kurdistanê Şefîq Îbrehîm jî bang li hemû partiyên Kurdî kir ku jib o lidarxistina Kongereya netewî ya Kurdistanê lez bidin kar û xebatên xwe û wiha dom kir: “Dîrok di vê sedsalê de careke din xwe dubare dike. Îtîfaq û peymanên di navbera gelek aliyan de têne kirin, ji ber vê yekê pêwîste gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin, da ku berjewendiyên xwe yên heyî biparêzin.”
HÊLAN CELAL-ANHA/GIRKÊ LEGÊ