Serokê Otonomiyê Patiyev axaftina destpêkê kir. Patiyev di axaftina xwe de bal kişand ser civaka Kurdan a li Rûsayayê û got: "Bi avakirina vê otonomiyê, li deverên din jî Otonomiyên Çandî û Civakî hatine vekirin û rêxistinkirin. Bi saya van Otonomiyan em dikarin yekîtiya xwe biparêzin û xurt bikin."

Patiyev wekî din got, di kongreyê de wê birêvebiriya Otonomiyê derbasî hevserokatiyê bibe, û hêviya ku bi sîstema hevserokatiyê xebatîn rêxstinên Kurdan li rûsyayê çêtir bibin îfade kir.

Piştî axaftina destpêkê rapora xebata du salan hat xwendin. Paşê delegeyan xebat nixandin. Di minaqeşeyan de îşaret bi girîngiya agahdarkirin û ragihandinî hat kirin û elzembûna tora medyayî derket pêş. Her wiha ji bo ciwan fêrî zimanê dayikê bibin, girîngiya ziman û rêxistina perwerdeya ziman jî hat guftûgokirin. Komîteya karên derve, komîteya çand û huner, komîteya perwerdeyê, komîteya jinan, komîteya çapemeniyê, komîteya ciwanan û komîteya aboriyê di encama nêqaşan de hatin avakirin.  Ferhat Patiyev û Liyana Simoyan weke hevserok hatin hilbijartin. Li gorî rêziknameya Otonomiyê her komîteyek wê bi rêziknameya xwe ya xweser were birêxistinkirin û xebatê xwe wê di vê çerçoveyê de bimeşîne. Rêveberî wê ji bo du salan erkdar be. 


 ÊRÎŞ QOSER/ANF/MOSKOV