Kongreya yekemîn a partiya Kesk a Kurdistanê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Cîgira wî Şamîran Şemûn, Serokê Desteya Kar û Barê Şehîdan Rêzan Gulo û cîgirê Seroka Desteya Çandê Hina Hina, her wiha nûnerên PYD, Partiya Çap a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Lîbralî ya Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk, Partî Demokratîkî Kurdistanê – Sûriyê (El-Partî), nûnerên Yekîtiya Jinên Suryanî, Yekîtiya Mamosteyan a Cizîrê, Komeleya Çandî ya Suryaniyan, Saziya Malbatên Şehîdan, TZP û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava wekî mêvan, her wiha 110 delegeyan dest pê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a Partiyê Zîwer Şêxo ve hate kirin, her wiha nûnerên rêveberiya xweseriya demokratîk û hin axaftinên din hatin kirin.
Piştî axaftinan rêziknameya hundir a partiyê hate xwendin. Di nava xalên rêziknameyê de rêgezên partiyê û mercên endametiyê hatin destnîşankirin. Piştî nîqaşan rêziknameya hundir hate erêkirin.Piştî nîqaş bi dawî bûn hilbijartin hatin lidarxisitn û Luqman Ehmê ji bo serokatiya Partiyê, Reşa Ebas jî wekî cigira Seroka hatin hilbijartin, her wiha meclîsa rêveber a partiyê ji 11 kesan hate hilbijartin.
ANHA/QAMIŞLO