Kongre wê di 31'ê Çileyê de pêk were û li gorî kongreyên din wê ji gelek aliyan ve di şert û mercên cuda de pêk were. YNK, ku di hilbijartinên parlamenta herêmî ya 21'ê Îlonê de derbek giran xwar û piştî PDK û Goran bi 18 kursiyan bû partiya sêyemîn, dema kongreya xwe ya çaremîn diyar kir. Berpirsyarên YNK'yî, ku ji bo nirxandina encamên hilbijartinê di 7'ê Cotmehê de li Silêmanî hatin cem hev, biryar dan di 31'ê Çileya sala 2014'an de kongreyê lidar bixin.

Dema pêkhatina kongreya çaremîn, ji bo YNK'ê xwedî gelek nûbûnane. Kongre, dê di rewşeke ku Celal Talabanî yê ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî û li nexweşxaneyeke li Almanyayê tê dermankirin ne li ser serê partiya xwe ye, pêk were. YNK her wiha yekemcar e, demeke kurt piştî kongreyê, kongreya xwe ya nû dicivîne. Mijareke din a bingehîn di rojeva YNK'ê de cih digire jî, têkiliya ji niha û pê ve li gel PDK ya bi serokatiya Mesûd Barzanî ye, ku bi 38 kursiyan bû partiya yekemîn. YNK ev çend meh in bi awayekî zelal dibêjin, ew dixwazin dawî li hevkariya stratejîk a heyî ya li gel PDK'ê bînin û xwe ji rewşeke cîgiriya PDK'ê rizgar bikin. Kongreya dê di dawiya meha Çileyê de pêk were, di mijara vîna guherînê ya YNK'ê de jî gelekî girîng be.
Norşîrvan Mûstafa di sala 2009'an de tevgereke mûxalefetê derxist pêşiya YNK'ê û ev yek bû yek ji hêzên bingehîn ên li herêmê.

ANF/SILÊMANÎ