Rêxistina Berlîn - Brandenburgê ya Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD), komcivîna xwe ya salane çêkir. Civîn li hola konferansê ya Weqfa Rosa Luxsemburgê bi rê ve çû. Di civînê de mêvanên ji çar parçeyên Kurdistanê jî amade bûn.

Ji rêveberiya PYD´a Ewrûpayê Ebdilselam Mistafa bûyerên siyasî nirxandin. Mistefa bal bire ser nûnerên Kurdan û rêxistinên wan û got “Kurd û nûnerên wan nebin, ti civîn û hewldana qaşo ya çareseriyê wê ti encamê bi xwe re neyîne.” Wî hevdîtinên hin kesan bi wezîrê karê derve yê Tirk re jî bi bîr xistin û got, “Hin kesên ji xwe re dibêjin, Kurd, çûne bi wezîrê karê derve yê Tirk re rûniştine û gotine, ‘Tirkiye ne li dijî Kurdan e’. Heger dewleta Tirk ne dijminê miletê Kurd bûna, wê dê li Bakurê Kurdistanê çareseriyeke maqûl peyda bikira. Dema referandûma li Başûr, dijminê herî dijwar, dewleta Tirk bû. Dinya alem bi vê dizane. Hewldana me ya ji bo yekîtiya bi rastî ya miletê Kurd her dewam dike.”

Piştre li ser navê NAVYEK´ê Yilmaz Gunay, li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî EDESSA´yê Nûrê Alkiş, li ser navê Partiya Yekîtiyê (El Wehde) Mihemed Hiso, li ser Navenda Kurdistaniyên Azad hevserok Erhan Firat jî komcivîna PYD Berlîn – Brandenburgê silav kir.

Piştî minaqeşe û nirxandinan rêveberiya nû ya Rêxistina PYD´ê ya Berlîn Brandenburgê hat hilbijartin.

 

BERLÎN