Kongre bi tevlîbûna 350 delegeyan û nûnerên TEV-DEM, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrad a Kurdî li Sûriyê, Partiya Komunîst a Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî, Navenda Çand û Hunerê, Komeleya Êzîdiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Meclisa Biratiya Gelan û Yekîtiya Star, bi rêzgirtinê destpê kir‫.‬


Tekoşîna PYD

Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya axivî û da zanîn ku PYD`ê di têkoşîna li dijî rejîmê de xwediyê dîroka berxwedanê ye. Çiya endamên PYD`ê Şîlan, Bavê Cûdî, Fuad û hevalên wan bi bîra anîn û diyar kir ku bi dehan endamên PYD`ê bi destê rejîma Baas`ê jiyana xwe jidest dane û hatine girtin. Endamê komîteya rêvebir a PYD`ê Esed Menan jî di kongreyê de derbarê têkoşîn û xebatên partiyê de axivî. Menan diyar kir ku rejîma Basê û komên çeteyan piştî ku li hember berxwedana gelê Kurd têkçûn niha hewil didin ku bi ambargoyê iradeya gelê Kurd bişkînin. Pitştî axaftinan peyamên pîrozbahiyê ku ji rêxistin û saziyên sivîl gihiştibûn kongereyê hatin xwendin. Paşî rapora xebatên PYD`ê yên herêma Efrînê hate xwendin û aliyê beşdaran ve hate nirxanidn. Piştî xwendina raporan û nirxandinan biryarên girîng hatin dayîn. Di encama kongreyê de ji bo rêvebiriya xebatên rêxistina PYD`ê ya bajarê Efrînê 4 endam û ji bo her navçeykê jî 3 endam hatin hilbijartin.

 ANHA/EFRÎN