Odeya Tabîbên Amedê û Lijneya Sazkirina Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê li Otele Dedemanê têkildarî 4'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Amedê û Serokê Kongreyê Mehmet Dursun, Serokê rumetê yê Kongreya Tipê ya Mezopotamya Adem Avcikiran, Sekreterê Kongreyê Şeyhmus Ozmen, Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Îsmaîl Vesek, Serokê Odeya Tabîban a Sêrtê Ekrem Bîlek, Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Mahmut Ortakaya û endamên Kongre tevlî civînê bûn. Serokê Rûmetê yê Kongreyê Dr. Adem Avcikiran, têkildarî kongreya dê di 7-8-9'ê hezîranê ya li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bi slogana "Zarokên me pêşeroja me ne" pêkbê agahî dan. Avcikiran, diyar kir ku di sala 2009'an de kongreya yekemîn li dar xistin û di kongreyê de zimanê Kurdî di tipê de bikaranîn. Avcikiran, anî ziman ku kongre, kongreyeke navneteweyî ye û ji 16 welatan dê kesên zanyar tevlî kongreyê bibin û wiha got: "Em vê konferansê ji bo ku bi geşedanên zanistî fêde bigirin û binirxînin li dar dixin."


Bikaranîna Kurdî ya di tipê de
Serokê Kongreyê Dr. Mehmet Dursun, diyar kir ku armanca kongreyê ew e zimanê Kurdî di qada zanistê de bê bakaranîn û wiha got: "Di kongreyê de têkildarî bikaranîn zimanê Kurdî ya di qada tipê de rûniştin pêk bên û tevkar dê nêrînên xwe bînin ziman. Li gelek welatên cîhanê tabîb piranî bi Kurdî dê pêşkêşiyan bikin. Tabîbên Kurd ên ji bajar û welatên cuda hatin dê hev binasin." Dursun, anî ziman ku perastar û xwendevanên tipê jî dê tevlî kongreyê bibin. Dursun, da zanîn ku kongreye saleke din dê li Halepçeyê pêk bê.

'Ziman organê zêdebûna civakê ye'
Dr. Selçuk Mizrakli jî gotina Afrîkayiyan a "Me ev cîhane ji bapîrên xwe mîrate negirt, me ji zarokên xwe deyn girt" bi bîrxist û bal kişand ser girîngiya kongreyê. Mizrakli, bal kişand ser gotina Hrant Dînk "Ziman organê zêdebûna civakekê ye" û wiha got: "Ji bo ku zimanê Kurdî li qadên din bê bikaranîn û dewlemendtir bikin kongre gelek girîng e."

'Em Uguran û Ceylanan ji bîrnakin'
Sekreterê Kongre Dr. Şeyhmus Ozmen jî diyar kir ku ew dixwazin bi kongreyê balê bikşînîn ser mafên zarokan û tendurîstiya zarokan. Ozmen, anî ziman ku şer pêşeroja zarokan tarî dike û wiha got: "Em Ugur Kaymazan, Ceylan Onkolan û zarokên li Roboskiyê jiyana xwe ji dest da ji bîrnakin û nadin jibîrkirin."

DÎHA/AMED