
Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) roja 25.2.2012 an li navenda Çanda Kurd Hagenê bi bêşdarbûna pirraniya endaman, kongreya xwe ya sêzdemîn pêkanî.
Li gor rojevê li pey hilbijartina dîvanê serokê YMK birêz Muharem Ayalp di axaftina vekirinê de rewşa pêvajoya gelê Kurd tê re derbaz dibe û bi wê ve girêdayî asta perwerdeya Kurdî bi berfirehî şirove kir.
Li pey vê axaftina serokê YMK'ê li gor rojeva hatibû pejirandin, peyamên sazî û kesan hatin pêşkêşkirin û xwendin. Peyamên KON-KURD, Pena Kurd û Înstîtûta Kurd- Koln bi zindî hatin pêşkêşkirin. Li pey wan jî peyamên niviskî yên Federesyona Êzidiyên Kurdistan (FEK), Navend, Kom- mak û yên Evdilah Dirêj, Ali Beltir, Evdila Koçer û hin endamên nekanîbûn bêşdarê kongreyê bibin hatin xwendin.
Di beşa duyemîn de jî Raporên Kar û barên rêvebirî û darayî ya du salan hatin xwendin û ev rapor bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Li pey rûspîkirina û azadkirina komiteya rêvebir li ser pêşniyar û plansaziya nû nîqaşên berfireh rû dan.
De encamê de ji bo plansaziya du salên pêş di bin navên van serenivsan de biryar hatin girtin. Karên sazûmankarî, ji ber bikaranîna civakî (ê.V) karên daîreya bacê, karên bi çapemenî û saziyên Kurdistanî re, têkiliyên bi saziyên perwerde û pîşeyî yên ewropî yên wek sendîqa mamosteyên alman GEW re, karên perwerdeya navxweyî û mamosteyên Kurd û hîndekaran, amadekirin û berfirehkirina materyalan, ji bo xwirtkirina têkiliyên bi endaman re, pêkanîna civînan, têkiliyên bi mamosteyên, li welatên Ewropî yên din.
Têkiliyên Kurdan û perwerdeyê...
Ji mijarên nîqaşan ya herî girîng jî, li ser têkiliyên Kurdan û perwerdeyê bû. Gelek baş hate zelalkirin ku gelê me di vî warî de hîn negihîştiye asta gelên din. Hat destnîşankirin ku dema di nava gelê me de behsa perwerdê tê kirin, gele me perwerdeya bi zimanê biyanî û zimanê dagirkeran têdigîhîje, hê negihiştiye asta têgihîştina giringîya perwerdeya bi zimanê dayîkê. Aliyê nerenî ya perwerdeya bi zimanê biyanî ya li ser kesayetiya mirovan hê negihandiye hişmendiya xwe. Ji ber vê egerê jî dijwariyên li pêş mamosteyên ders didin zêde dibin. Ji wê jî di vî warî de, biryarên gelek girîng hatin girtin ku ji bo danezan û zelalkirina vê diyaredeyê semînerên agahdarkirin û rastiya perwerdeya bi zimanê dayîkê derxistina hişmendiyê seminer werin dayîn. Dîsa li ser giringiya perwerdeya mezinan jî hate rawestandin.
Di emcama van nîqaşan de komîteya rêvebir ya dema nû hate hilbijartin. Muharem Ayalp wek serok, Fetah Timar û Abdulmelîk Aykoç wek cihgirên Serok, Abdulkadîr Ulumaskan wek nivisevan, Yusuv Bilgîç jî wek berpirsê darayî, li gel wan Mahmut Aydin, Fewzî Ozmen, Mahmut Şenturk û Huseyîn Yigit jî wek endamên komîteya rêvebir hatin hilbijartin. Emîn Akbaş û Mahmut Akbayir jî wek cihgir erk wergirtin.
Axaftina dawiyê ya kongreyê jî Serokê Pena Kurd birêz Zerdeşt Haco ku heman demê de endamê YMK'ê ye jî axaftina dawiyê pêk anî.Komîteya rêvebir ya nû li pey kongreyê li hev civiyan û ji bo di nava xwe de belavkirina kar û baran ketin nava xebatê.
HAGEN